Polîtîk

Tevgera Ciwanên Kurdistanê Kongreya xwe pêkanîn

Tevgera Ciwanên Kurdistanê kongreya xwe pêkanî.​ Wek tê zanin li Bakurê Kurdistanê yekemin car bi navê Kurdistanê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Diyarbekirê hate vekirin. Di navbera Tevgerê û wezereta navxwe û dadweriya Tirkiye de kasî 2 salan li ser navê Kurdistanê û bilndkirina Ala Kurdistanê de çûyin hatin çêbû doz hate vekirin. Di encamê de bi karanina navê Kurdistanê hate qebûl kirin û Tevgerê bi vî navî û di bin Ala Kurdistanê de çalakiyên xwe gelek aktif berdewam kir.Herî dawî roja ku referandum li Başûrê Kurdistanê pêkhatî Tevger bi tenê li Diyarbekirê bi Alaya Kurdistanê li nava nawenda bajêr de xwepêşandanek kir. Endamên Tevgerê ji bo çalakiyên xwe hatin girtin. Beşek berpirsên Tevgerê ketin girtigehan de. Lê tu cara xebata xwe nesekinandin û ji prensibên xwe yên Netewî tawiz nedan. Li Tirkiye û Bakur rewşek awarte heye. Bi awayek din mercên siyasî û civakî ne başin.Di van mercan de Tevgerê kongreyê xwe li darxist û rewşa siyasî, civakî û rûdanên herêmî nirxandin. Tevger li gora mercên nû awayê xebata xwe guhert û pêvajoyek nûjen da ber xwe. Di vê pêvajoyê de jî tevger li ser prensibên Netewî kar û xebata xwe bi hêztir berdewam dike.Tevgerê encama kongreya xwe bi daxûyaniyekî ji bo Raya Giştî ya Kurdistanê ragihand. DAXÛYANÎ:


Ji Raya Giştî Ya Kurdistanê ReDi saziyên polîtîk de rêgez/prensîp payidar in lê qayde û biryar berwext in. Tevgera ku nû û nûbûnê kiriye prensîp , bi girtina hin biryarên nû ku li gorî şert û mercên diguhere ne, timî nûbûnê esas digre. Bi vê ferasetê em pêwistî dibînin biryarên ku me di kongreya 04.03.2018 de li Amedê li dar xistibû de girtin, bi raya giştî ra parve bikin.Biryarên ku di kongreyê de hatin girtin;

  1. Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê wê bê girtin.

Em bi têkoşîna bibiryar ku me dixwast navê Kurdistanê li zagonên mêtînger bisepînin û bidin pesendkirin, em gihîştin armanca xwe û me pêşengiya cara pêşîn li Bakurê Kurdistanê vekirina saziyeke bi navê Kurdistanê kir. Di vê mijarê de me li dijî hemû fîşarên dewletê paşde gav neavêt û me tişteke seretayî bi ser xist. Li gel vê yekê me pêşîlêvekirina siyaseta Bakurê Kurdistanê, me zemîna di rêxistinên legal de bikaranîna navê Kurdistanê ava kir. Dema em bi vê çavê lê binihêrin em bi rehetî dikarin bibêjin komeleya ku cara pêşî bi navê Kurdistanê vebû gihîşt armanca xwe. Ji ber vê yekê em komeleya me ya ku erka xwe anî cih digirin.

  1. Di Tevgerê de meqama sekreteriyê hate rakirin.

Ji ber ku me dît li feraseta, Tevgera ku bi hev re xebatê esas digre û li dijî desthilatiya şef/serok xwedî helwesteke zelal e nayê, me meqama sekreteriyê rakir. Ji dêvla sekreteriyê me lijneya rêveberiyê ya ku ji 5 rêvebiran 2 kes berdevk in ava kir. Armanca me ye dema pêwîst kir em lijneya rêveberiyê fireh bikin û hevalên nuh tevlî bikin. Ji ber vê yekê lijneya rêveberiyê ku niha ji 5 kesan ava bûye dema pêwist bibe wê zêde bibe.5 Kesên ku ji Lijneya Rêveberiyê re hatine hilbijartin1- Basra Çalışır ( berdevk)2- Roger Çağer ( berdevk)3-Welat Dijwar4-Dilxweş Osman5-Suleyman Tunç

  1. Wê giranî li ser perwerdeya navxwe bê dayîn!

Li Bakurê Kurdistanê ku entegrasyonparêzî lê rûniştiye û rêwîtîya navînî ku di bin navê “avakerî û yekîtî” de karê pakkirina entegrasyonparêzîyê dike de, baş tê dîtin ku di warê hişmendiya neteweyî de pirsgirêkên rasteqîn hene. Me dît ku hewlên me yên ji bo pêşxistina hişmendiya neteweyî têr nake û divê em di vê warê de bêhtir hewl bidin. Li aliyê rast bûyîn û parastina rastiyan bi tena serê xwe ne bes e. Ji ber em bawer dikin ku divê rastî ji alîyê qadroyên bêhtir serwext û xwe gihandine bêne parastin, me biryara giranîdayîna perwerdeya navxwe girt. Tevger, bi pêwîstiya îdîaya ku wê tevger bibe bibistana ku qadroyên bi hişmendiya neteweyî xwe gihandine û di her platformê de wê bi qasî ku karibe mêtîngerîyê û entegrasyonparêzîyê mehkûm bike xwe gihandine, wê giranî bide perwerdeya navxwe.Dema em biryarên ku me nuh girtine bi raya giştî ya Kurdistanê ya hestiyar re parve dikin em dixwazin destnîşan bikin ku;a-Em bibiryar girêdayî prensîbên xwe ne.b- Em ê ji armanca xwe ya Kurdistana serbixwe tu carî tawîz nedin.c- Qasî ku em li dijî mêtîngeriyê sekneke bibiryar şanî didin, em ê li dijî entegrasyonparêzî û pakkirina rêwîtîya navîn jî şanî bidin.d-Em li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê xwedî derdikevin, di meşa serxwebûnê de piştgiriya xwe bê şert didomînin û em li gel sekna bibiryar û neteweyî ya Serok Berzanî ku bi armanca serxwebûnê re ku li ser partiyan cih girtiye, wekhev bûye ne.e-Bi cudabûna ji rêxistinên ciwanan, weke tevgera ciwanan bi tu partiyên sîyasî re pêwendiyeke me ya organîk tune ye/wê tune be.f- Nemaze em ê ji berê serwexttir, bêhtir xwe gihandî û bibiryartir ji bo serxwebûna Kurdistanê bixebitin.Bi rêz ji Raya Giştî ya Kurdistanê reTevgera Ciwanên KurdistanêBijî Kurdistana SerbixweBijî Pêşmerge05.03.2018TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ

Back to top button