Civak

Tevgera DAÎŞê zêdedibe

 Berpirsê PDKê li Mexmûrê Kirmanc Ebdulah ragihand ku li sînorê Mexmûrê tevgera DAIŞê zêde bûye ku bi goman tên dîtin, Amerîka jî bi cidî hest bi metirsiyê dike ji wê tevgera terorîstan.Kirmanc Ebdulah Berpirsê PDKê li Mexmûrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber zêdebûna tevgera DAIŞê li navçeyê, şandeke Amerîka bi hevbeşî ligel Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê serdana navçeya Qereçox a Mexmûrê kirin û piştre jî serdana Mexmûrê kirin. Helbet ew navçe berê Pêşmerge li wan bûn lê niha hêzên Iraqê û Heşda Şeibî dagîr kirine û li wir valahiyeke emnî çêbûye û ew hêz nikarin wan navçeyan biparêzin.”Ebdulah wiha got: “DAIŞ bi awayekî mezin tevgerê dike û piştî nîvro tevgera wan bi komî tê dîtin û yek dizane ku tevgera wan pir bihêz û zêde bûye. Amerîka jî ji ber ku hest bi metirsiyê dike, lewma serdana wan navçeyan kiriye.”Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Hêzên Iraqê û Heşda Şeibî nikarin rûbirûyê DAIŞê bibin. Heta rêkeftineke siyasî neyê kirin PDK venagere Mexmûrê. Em dixwazin bi ala Kurdistanê vegerin.”

Back to top button