Nivîsar

Tevgera Goran dijminetiya Pêşmergeyên Kurdistanê dike

 Parlementoya Iraqê biryar da ku di hilbijartinan de dengên taybet yên Kurdistanê hilweşîne û ew deng neyên qebûl kirin. LiIraqê dengên taybet yê Artêşa Iraqê, Heşda Şeibi û Milis û asayîşû polisan e. Li Kurdistanê jî dengên Taybet dengê Pêşmerge, polis û hêzên asayîşêne. Parlementoya Iraqê tenê yên Kurdistanê qebûl nake. Li himber vê helwesta parlementoyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) betalkirina dengdana taybet a Herêma Kurdistanê red dikin û tekezî li ser wê yekê dikin ku li gor destûrê mafê hemû welatiyan heye ku deng bidin û kes nikare wî mafî ji wan bistîne û herwiha divê rêz li wî mafê destûrî were girtin.Di derbarê heman pirsê de, Şaxewan Ebdula parlamenterê kurd li parlamentoya Îraqê, daxûyaniyek di ragihand. Ebdula dibêje:Min peywendî bi komîteya asayîş û bergiriyê û komîteya yasayî li parlamentoya Îraqê kir û wan bi vekirî got ku tevgera Goranê xwedî piroje û pêşniyara reşkirina dengên pêşmerge ye û li ser vê pirsê belge li ber destê min hene, bi rastî vê yekê ez gelek êşandim. Ez nizanim Goran çima wisa dike; carekê pêşmerge bi milîs nav deke û carekê jî dibêje pêşmerge enfalçî ne û li parlamentoya Îraqê rêgirî dike budceya 100 hezar pêşmerge ji Bexdayê bê bi hêceta ku ew hêzên partiayn e ne yên kurda ne, niha jî Tevgera Goran pêşmerge bi saxteçî bi nav dike. Bi a min êdî divê tixûbek ji Goranê re bê danan û zêdetir sivkatiya bi pêşmerge û kurdan neke.Eşkere bûye ku Tevgera Goran ji bo betalkirina dengên Taybet ên Kurdistanê serî li parlementoya Iraqê daye. Yanî Goran giliya Pêşmerge û hêzên asayîşa Kurdistanê li Bexda kiriye. Hêviya Goran tenê bûye Bexda. Piştî hilbijartinên parlementoya Iraqê Goran têkçû û niha jî dest dijminetiya dezgehên Kurdistanî û ji hemûyê girêngtirîn dijitiya Pêşmergeyên Kurdistanê dike.Goran tevgerek kurd e, lê ne Kurdistaniye. Goran her li gel aliyên dijitiya Kurdistanê dikin kar dike û bûye destek yê dijminên tevgera Kurd di nava Kurdistanê de. Eger partiyek yan jî aliyek bigihê hedekî dijminatiya pêşmerge bike, pêwiste sinorek jê re bê danin. LiKurdistanê dezgehên yasayî hene û qanûn heye. Di vê derbarê de gerek dezgehên yasayî erkên xwe bînin cih û huquka pêşmerge û dezgehên asayîşê biparêze.Tişta Goran dike arami û asayîşa Kurdistanê dike xeterê de û li himber vê yekê pêwiste biryarek ya hukumeta Kurdistanê jî hebe. Goran çi dike? ji bo çi dike? gerek ji aliyê xelkê Kurdistanê ve bê zanin da ku siberojê cardin Kurdistan nekeve di bin tehdîtên dijmin de.Piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê, tevgera Goran jî di xiyaneta 16ê Oktoberê de rolek mezin leyizt û Kerkûk radestî dijmin kirin. Lê li Pirde û Sihêla pêşmergeyên Kurdistanê li himber Artêşa Iraqê û Milîsên Şîe qehremaniyek mezin nîşan dan û bergiriyek dîrokî li xaka Kurdistanê kirin û planên dijmin yên têkbirina Kurdistanê ji navbirin.Îro dijminetiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wateya dijminetiya Kurdistanê ye. Pêwiste di vê derbarê de dezgehên yasayî û hukumeta Kurdistanê erkê xwe bîne cih. Nûçe/analiz

Back to top button