Dosya

Tifaqa hilbijartinê ew kirin du beş

Hereketa Îslamiya Kurdistanê AZADÎ di pêvajoya hilbijartinan de li ser pêkanina tifaqekê di navbera tevgera xwe û HDPê de li hev nekirin û pirsgirêkên rêxistinî peyde bibûn. Eve demek bû di behsa nexweşiya di nava Hereketa Azadiyê de dihat kirin.Beşek endam û berpirsên hereketa azadî ji rêxistina xwe dûr ketin û ev yek bi daxuyaniyekî gihandin Raya Giştî.Di daxuyaniyê de tê gotin ku; Di nava tevgera me de hinek pirsgirêk pêyda bûn. Baweriyek bi mere çêbûku ev pirsgirêk bi rêya gotubêja û diyalogê hêdî nayên çareserkirn.Berdewamiya daxuyaniyê de dibêjin: Ji berî niha du mehan me biryara devjêberdana karê xwe girtîbû. Lê wek tê zanin Kurdistan di qonaxa hilbijartina de bû. Jib o vê jî me biryar da ku ev helwesta me piştê hilbijartina ji Raya Giştî re bê eşkere kirin.Kesên ku ji Hereketa Azadî îstifa kirîn dibêjin: Roja 12.6.2015ê pêde tu pêwendiya me bi Hereketa Azadî re nemaye û me îstifa kiriye.Herweha kesên ku îstifa kirîn serkeftinê ji kesên mayin di nava hereketê re daxwazin.  Şahidîn ŞimşekEndamê Komiteya Rêvebir û sekreterê pêwendiyên derveYusuf Ziya DogerEndamê Komita revebir û berpirsê îdareyên mehelîÎrfan BuruldayDameirê komita rêveber ê demikîHasan DoganDamezerê Hereketê

Back to top button