Cîhan

Tillerson: Divê rêya diyalogê navbera Hewlêr û Bexdayê vekirîbe

Li gorî nûçeyekî Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê, roja 04-08-2017, Tex Tillerson di pêwendiyeke telefonî de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, behsa jêhatîbûna pêşmerge kiriye û ji ber rola wan a sereke ya di şkînandina DAIŞê de” spasî kiriye.Derbarê mijara giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de Tillerson tekez kiriye ku Amerîka piştgirî dide Iraqekî demokratîk, federal û yekgirtî.Li gorî nûçeyê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaz ji Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye da ku ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêrê de deriyê diyalogê di navbera xwe de vekirî bihêlin.Di heman demê de Rex Tillerson li gel Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî jî pêwendiyeke telefonî sazkiriye û piştgiriya welatê xwe ya ji bo gelê Iraqê, şerê hevbeş ê herdu aliyan a li hember DAIŞê aniye ziman.Tillerson gotiye: “Amerîka û Iraq bi rekeftina stratejîk ve girêdayîne, ku di navbera herdu aliyan de li ser himê hevkariya siyasî, aborî, ewlekarî û çandî, hatiye îmzekirin.”Rex Tillerson gotiye, Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de dê pêştgiriya xwe ya ji bo herdu aliyan berdewam bike û herwiha diyar kiriy, ku pêwîste ji bo şerê dahatî ya Tilefer û Hewîceyê, hevkariya bi hêz a di navbera Bexda û Hewlêrê de berdewam be.  

Back to top button