Polîtîk

Times: Tirkiye xwe amade dike

Rojnama Times dibêje ku, ji bo Erdogan pişgiriya xwe di hilbijartinan de zêde bike, xwe amadedikin ku li Kurdistana Başûr êrîşê bingehên PKKê bike.Rojname dide xûyakirin ku, Tirkiye li herêmê nêzikî sinorên xwe û Îranê 11 bingehên lêşkerî danîne. Ji xwe di vê derbarê de serokwezîrê Tirkiye dibêje: Me hêza xwe ya li bakurê Iraqê du qet kiriye. Em dixwazin teroristan ji berî bikevin sinorên me îmha bikin.Times dide xûyakirin ku Tirkiye heta 25 kilometreyî ketiye nava axa Iraqê de û li hinek deveran rê jî çêkirine.Peyamnêrê Times li Stanbulê Hanna Lucinda Smith dibêje ku, Artêşa Tirk rojane bi balefirên cengî êrîşê deverê dike. Li bakurê Dihokê bingehek lêşkerî avakirine.Wek din rojname îdia dike ku, Artêşê Tirkiye ji bilî devera Başîka li Şingalê jî bi cih bûne.Berbirsek yê YNKê li gel heman Rojnameyê axiviye û gotiye: Devera Tirkiye dixwaze oerasyonê lê bike 700 gund hene cardin dikare hinek penaber berê xwe bidin deverên din.Nûşeya Times bi vî awayî berdewam dike:“ PKK li Tirkiye, DYA û li welatên YE wek rêxistinek terorist tê qebûl kirin. Lê aliyên girêdayî PKKê li gel DAÎŞê bi arikariya hêzên hevpeymanî şer dikiran. Bi arikariya welatên Rojava gelek ax vegirtin. Vê yekê Tirkiye gelek aciz kir. Temuza 2015ê agirbet a heyî têk çû , li Rojhilatê Tirkiye zêdeyî 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Tirkiye îsal li dijê YPGê ku girêdayê PKKê ye dest operasyona kir. Li Tirkiye pişgiriyek mezin ji bo operasyona Efrînê çêbû. Heta yên dijê Erdogan jî pişgiriya vê operasyonê kirin.“Berdewamiya nûçeyê de Times dibêje ku, Erdogan piştî serkevtina meha Adara 2017ê xwest feydeyê bibîne û cilê leşkerî li xwe kirin û li gel hûnermend a li ser sinor xwe dan nîşandan.

Back to top button