Cîhan

Tirkiye 7.5 cezayê hepsê da efserek kevin yê Britanî

Joe Robinson efserek kevin yê Britaniye, par dema li gel dezgirtiya xwe li bajarê Didimê bêhnvedanê bû, ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyeve hate binçav kirin û ji 2017ê heta niha di girtigehê de ye û dihata darizandin.Joe Robinson bi tohmeta ku di nav refên YPGê de li Suriye şer kirî hatibû girtin. Niha dadgehê 7.5 cezayê hepsê da Joe Robinson .Joe Robinson temenê 25 saliye û sala 2015ê tevli refen YPGê bibû. Wezereta derve ya Britanî li ser vê pirsê disekinê. Britanya YGP li Suriye wek hevpeymaniyek yê Amerika ku li dijê DAÎŞê şer dike dinirxîne.

Back to top button