Nûçeyên Kurdistanî

Tirkiye çewe dikare ji krîzek darayî xilas bibe?

Tirkiye çewe dikare ji krîzek darayî xilas bibe?

Li Tirkiye nirxê Dolar û Ewro zêde dibe û nirxê Lîrê Tirki dikeve. Ev yek jî dibe sedema darayî ya Tirkiye birûxe. Ji bo vê pisporên cîhanî çend rêya didin pêçiya Tirkiye ku bikaribe ji vê rewşa xilas bibe.

. Divê nisbetê faîza bê zêdekirin. Sermaya derve bawerî nine ku Banka Nawendiya Tirkiye bi sere xwe ye û azad e.Hukumet her dema bixwaze dikare midaxeleyê Banka Nawendi bike , ev yek dibe sedemê bê baweriya sermaya derve.

. Divê Tirkiye arikariya IMF daxwaz bike. Ji berku eger IMF arikariyê bike dê hinek prensibên darayî li Tirkiye bide qebûl kirin û dê hinge disiplînek ya Darayî peyda bibe û desthilat nikare bi keyfa xwe midaxeleya piyasê bike.

. Divê pêwendiyên Tirkiye li gel Amerikayê baş bibin. Xirabûna pêwendiyên herdu welatan be baweriyak darayî jî peyda dike û taybetî eger Amerika dorpêçekî li ser Tirkiye bisepîne dê rewş xirabtir bibe û baweriya piyasê qet li desthilatê namîne. Divê Tirkiye bibîne ku gelek tişt bi destê Amerikayê têne kirin.

. Divê sermaye bête kontrol kirin. Dema bê bawerî peyda bibe sermaya derve û heta beşek ya navxwe jî berê xwe ji Tirkiye diguhêze. Ev li gel xwe rûxandinek darayî dikare peyda bike.

. Tirkiye dikare bimînê hêviyê ku heta ev rewşa niha heyî derbas bibe. Heta ku Tirkiye bikaribe deynê xwe yê derve bide tu pirsgirêkek mezin dernakeve hole û pirs dikare bi awayekî çareser bibe.

Nerîna min :