Nivîsar

Tirkiye du alî siyasetê dike, doza ruxandina Esad dike

Piştî ku rejima Esad çekên kimyawî li devera Gotayê bi karanin, Amerika bi tundî li dij derket û behsa midaxeleyek leşkerî dike. Herweha tê zanin ku Amerika di nava amadebaşîyekî de ye. Li himber vê helwesta Amerika Rusya û Îran gelek vekirî pişgiriya rejima Suriye dikin û di navbera Amerika û Rusyade şerek li ser medyayê re destpêkiriye.Midaxeleya Amerika li dijê Suriye tê minaqeşekirin û her gavê Amerika dikarê vê êrîşê bike. Dewletên wek Fransa û Britanya pişgiriya helwesta Amerikayê dikin û xwe ji bo şerekî amade dikin.Rusya dide xûyakirin ku eger Amerika êrîşekî bike dê ew qebûl nekin û bersiva vê êrîşê bidin.Li vê derê helwesta Tirkiye baş nayê zanin, ji ber ku Tirkiye pirsa Suriye de li gel Rusya û Îranê di nava hevbendiyekî de ye. Heta êrîşa Tirkiye ya li dijê Efrinê di çerçova vê hevalbendiya Tirkiye, Rusya û Îranê de pêkhat.Lê niha Tirkiye cardin dibêje ku dive rejima Esad têk here. Piştî helwesta Amerika û Rusya dixweyê Tirkiye her gavê dikare berê xwe ji Rusya û Îranê bide aliyekî nêzikî siyaseta Amerikayê bibe.Di vê derbarê de wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu daxûyaniyek da û got: Rejîma Esed, divê ji dev desthiladariya Suriye berdê . Ev ne cara yekem e ku rejîma Esed çekên kîmyayî bi kar tîne. Rejima Esad bi çekên kimyawî yên din nêzikî milyonek insan kuştine.Niha nakokiyek mezin di navbera gotinên Tirkiye û kiryarên ku di vê derbarê de dike hene. Ji berî demekî Tirkiye , Rusya  û Îran li Tirkiye civiyan û pişgiriya rejima Suriye peyamek hevbeş dan xûyakirin. Lê îro behsa devjêberdana rejima Suriye ji desthilatê dikin.Tirkiye dileyze lê dixweyê gelekî xirab dileyze û ev leyiztik dikare bibe sedemek ku Tirkiye di nava du aliyan de bimîne û nizanibe çi dike.Tirkiye çi bike û çikas nêzikî Rusya bibe, lê endamê NATO yê ye. Mecbure di çerçova NATOYê de bi kar bike. Ji bo vê jî Sekreterê Giştî yê NATO yê serdan Tirkiye dike.Herçikas Tirkiye bi arikariya Rusya ketibê devera Efrinê de, lê niha Rusya dixwaze Tirkiye Efrinê radestî rejima Suriye bike. Erdogan jî dibêje: Emê Efrinê radestî Efriniya bikin.Lê dixweyê di dawiyê de Amerika û hêzên hevbeş di derbarê YPGê de Tirkiye bi awayekî ikna dikin û Tirkiye cardin li ba hêzên koalisyonê cih digre. Eger Tirkiye vê nekê, tu bandora wan li ser mixalefeta Suriye bi xwe jî namine. Yanî bi ketina Efrinê Tirkiye nabe xwedî gotin pêşeroja Suriye de.Tirkiye vê dizane û ji bo vê jî dixwaze rejima Esad herê.Nûçe/Analîz

Back to top button