CîhanPolîtîk

Tirkiye Efrînê topbaran dike

Eve demeke Tirkiye li ser sinor hezekî mezin kom dike û li Idlibê jî hêzek leşkerî bi cih kiriye. Hêza li ser sinorê Suriye nêzikî Efrînê roj bi roj xortir dike û hewldide ku êrîşê Efrinê bike.Bê guman êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê girêdayê siyaseta Rusya, rejima Suriye û Îranê ye. Lê heta Tirkiye erêbûna Rusya bi awayekî nestine , êrîşê Efrine nake. Niha li Efrînê hêzên YPGê hene û devera Efrînê di destê wan de ye. Rusya ji berî demekî dixwest YPG Efrînê ji bo hêzên rejimê bi cihbihêle. Lê heta vê gavê ev yek nebûye.Amerika naxweze Tirkiye êrîşê Efrînê bike, vêca ev helwesta Amerika çikas bandorê li biryara Tirkiye dike dê bixweyê. Tişta dixweyê Tirkiye bi erêkirina Rusya êrîşê Efrinê dike. Herweha ev yek girêdayê li hevhatinek nehînî li gel Rusya û rejima Suriye jî. Ji ber ku Surî eve demeke êrîşên giran dibe ser devera Idlibê û Tirkiye ji vê yekê ne rihete.Îro berê sibehê Hêzên Tirkiye li herêma Antakya li devera sinorî Hassa Efrîn û baregehên YPGê topbaran dike. Dê ev yek bibe qada êrîşek leşkerî berfireh hêja ne kifşe. Serokkomarê Tirkiye da xûyakirin ku ewê demek nêz bikevin Efrînê de. 

Back to top button