CîhanPolîtîk

Tirkiye : Emê li Başûrê Kurdistanê operasyonê bikin

Tirkiye eşkere dike ku ewê demek nêzik bi hemahengiya hukumeta Iraqê dest operasyonekî li Başûr Kurdistanê bikin. Berdevkê hukumeta Tirkiye Bekir Bozdag daxûyaniyek di vê derbarê da û got: Me di derbara operasyonekî li dijê terorista li gel hukumeta Iraqî li hevkiriye. Em dema operasyonê eşkere nakin û bila tu kes ne hêviya mebe. Dema frokeyên me yên cengî li ezmanên Iraqê bixweyên dê ev bibe destpêka operasyonê.Tê zanin ku piştî helwesta Tirkiye li dijê referanduma serxwebûna Kurdistanê, pêwendiyek li gel hukumeta Iraqê di vê derbarê de danîn û niha vê yekê pêşvetir dibin.  Beri demeki serokerkanê Tirkiye ji bo hûrgûliyên vê operasyonê serdana Bexdayê kir.Tirkiye vê yekê dibêje , lê gelo hukumeta Iraqê heta çi radeyê vê yekê dipejirîne ev cihê pirsêye. Ji beri her tişteki hukumeta Iraqê ne li dijê PKKê ye û pêwendiyek germ navbera PKKê û humeta Iraqe de heye. Ev ne weşartiyê tê zanin. Herweha aliyên kurdên Iraqê yên li gel Ebadi tevdigerin li gel PKKê di nava hevkariyek stratejik de ne. Başe dê çewe hukmeta Iraqê li dijê PKKê li gel Tirkiye hevkariyekî bike.Tirkiye îdia dike ku dê ev yek pêkwerê, lê tiştek heye ew jî ewe ku, tu cara Şîeyên Iraqê wek Şîe baweriyê Erdoga û AKPê ya ku wek “Birayen Misilman“ tên naskirin nayne. Herweha Erdogan jî ji ji dil baweriyê li Şîeyan nayne. Herdu alî di nava şerek tektikî de ne.. Ka dê çewe be emê hemû bi hevre bibînin.Nûçe/Analîz

Back to top button