Polîtîk

Tirkiye krîza li gel Amerikayê çewe dibîne

Serokkomarê Tirkiye Receb Tayib Erdogan di derbarê pêwendiyên Amerika û Tirkiye de, di rojnameya  New York Times de nivîsek nivîsî. Sernivîsa makaleya Erdogan  , Tirkiye krîza li gel Amerikayê çewe dibînê ye.Erdogan di beşek nivîsa xwe de dibêje: Di qonaxekî de xirabî li hemû derên cîhanê belav bûyî, mutefikê me yê demek dirêj Amerika li himber me gavên yekalî tavêje. Ev helwesta Amerika tenê zererê dide berjewendî û ewlehiya Amerikayê. Hê dem derbas nebûyî divê em hizra ku pêwendî ber xirbiyê ve diçin biguherin. Divê Washington qebûl bike ku alternatîfên Tirkiye hene. Eger Amerika ev helwesta xwe ya yêkalî û bê rêzîyê neguhere,emê li dost û mutefikên nû bigerin.Berdewamiya nivîsa xwe de Erdogan behsa  hinek deman de çewe Tirkiye arikariya Amerikayê kiriye û her demî gelek pirsgirêkan de çewe li tenişta Amerika cih girtiye dike.Erdogan behsa rewşa PYDê li Suriye jî dike û dibêje: Li gora ku dezgehên dewleta Tirkiye texmîn dikin, Amerikayê salên dawî 5 hezar kamyon û 2 balefirên bar çek dane PYD/YPGê. Me gelek cara ne rihetiya xwe li himber helwesta Amerika ya ku pêrwerdê dide hêzên YPG ji wan re gotiye. Lê Amerika guhê xwe girt û mixabin herî dawî YPGê bi çekên Amerikayê xelkê me yê sivîl kir armanc. Herweha berê çekên Amerikayê dan hêzên me yên li Suriye û Iraqê jî.Erdogan behsa daxûyaniyên Trump jî dike  û dibêje, eger ev pirsgirêkên navbera me û Amerikayê de neyên çareserkirin û Amerika li ser vê helwesta xwe berdewam be, emê li dostên nû bigerin û ev derfet jî heye.

Back to top button