Cîhan
Tirkiye û Îran dixwazin gelê Iraqê ceza bikin
Rêberê Tevgera Sedr û serokê hevpeymana Saîrun Muqteda El Sedr, ragihand ku ji ber serkevtina lîsteya wî di hilbijartinên Iraqê de, Îran û Tirkiye hewldidin ku gelê Iraqê ceza bikin.Sedr bala herdu welatan kişand û da xûyakirin ku, ew dixwazin sihê bêxin ser serkevtina lîsteya Saîrun û ji bo vê bi girtina avê li ser Iraqê dixwazin me ceza bkin.Sedr moleta çend rojan da hikûmeta Iraqê ku vê pirsgirêka av û elektrîkê çareser bike, eger na xwe ji hikûmetê vekêşe û rê ji bo Tevgera Sedr vebike ku maf bo xwedî maf an wegerîne.Çend roje Tirkiye û Îran ava çeman girtine, ku ew çemên tên ser çemê Dîcleyê û di nav Iraqê de diherikin û ev yek jî wek krîza avê li herêma Kurdistanê û Iraqê tê pênase kirin.Ava Dîcle ku çavkaniya wê li Bakurê Kurdistanê ye û gelek rûbarên li bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê tên ser wê û wek çavkaniyek giring a ava başûrê Kurdistanê û Iraqê tê pênase kirin.