DosyaHevpeyvîn

Tirwanişî: Nemumkine berî çekdeynana PKKê pêvajoya aşitiyê dest pê bike

Îdrîs Tirwanişî di hevpeyvîna xwe ya bi Rojevakurd re encamên hilbijartinên serokomarî û parlamnetoya Tirkiyeyê dinirxîne û behsa bandora encama hilbijartian li ser Tirkiyeyê û pirsa kurd û ka gelo dê HDP bikaribe rolekî di çareseriya pirsa kurd de bilîze dike û dibêje: heta niha ti guhartin di xîtaba HDPê de xuya nebûye, anko HDP ti xandin ji  riyalîteya nû ya Tirkiyeyê re nekiriye, û li ser heman awaz û banga qendîl didome. Ev çenda han jî wê hîn Erdogan û MHPê nêzî hev bike. Bî vî awayî jî Ergogan ji bo razîkirna MHPê wê siyaseta eskertariyetê li hember gelê Kurd bidomîneTimamiya Hevpeyvînê li jêr e:Rojevakurd: Encamên  hilbijartinên serokkomarî û parlementoya Tirkiyeyê hatin ragihandin. Hun encamên hilbijartinê çawa dinirxînin û li gor we ew encam pêşbînîkirîbûn?Îdrîs Tirwanişî:  Encamên hilbijartinên Tirkiyeyê, li gor dîtina min, ev encame çaverêkirîbûn, jiber çend sedeman:

  • Kêmbûne baweriya kurdên bakur bi siyaseta şer a PKK ku, nezîkî 40 salane li Bakurê Kurdistanê dimeşîne bêy ku ti encameke erênî hebe.
  • Bandora Qendîl li ser biriyara siyasî ya HDPê.
  • Zirar û ziyanên mezin yên maddî û manewî yên ji encama şerê PKKê yê xendekan gihaye kurdên bakur.
  • Şkestina binemayên serederiya  siyaseta HDPê bi Erdogan û AKPê re, ku di encam de rê li pêşiya Erdogan û AKPê xweşkir xwe nêzî  MHPê û faşizma tirkî bikin û bandora wan li ser rewşaTirkiyeyê ya di warê siyasî de roj bi roj zêdetir dibe.
  • Kuştina pêvajoya aştiyê ji aliyê PKKê ve ku, ew qonax bi qonaxeke zêrîn û dîrokî ji gelê Kurd re dihat hijmartin.
  • Nebûna program û sitratijeyeke kurdî a hevbeş.

Bêguman van sedemên li jor hemûyan bandoreke xerap li ser rewşa aboriya gelê kurd kir û barê jiyana xelkê girantir kir.Lewma dihat çaverêkirin ku gelê kurd mesajekê bide Qendîl û HDPê ku ew ne terefdarên şer in belko aştî û aramî armanca wan e .Di encam de Erdogan û AKPê qezenckir.Rojevakurd: Encama hilbijartinê çi bandorê li pirsa kurd dê bike, gelo dê rê li pêş pêvajoyek nû veke?Îdrîs Tirwanişî: Ji bona ku bersivek rast û riyalîst li ser vê pirsê bidim, pêwîste hilsengadineke rast û dirist li ser rewşa Tirkiyeyê ya siyasî, aborî û civakî yên vê qonaxê bikim.Li gor nerîna min, Erdogan û AKP di peywendiyên xwe  yên siyasî yên herêmî û cihanî de, ne her bi tenê serkeftî nebûn, lê belê şkestin jî xwar, bi taybetî di pirsgirêka Suriyayê de.Di destpêka şoreşa gelên Suriyayê de, Erdogan jinavbirna deshilata Beşar Esed ji xwe re kir armanc û ji bona vê yekê jî alîkariyên mezin li ser hisaba êkonomiyaTirkiyeyê pêşkeşî opozisyona Suriyayê ya radikal kir, lê hatina Rûsyayê bi awayekî xurt bo nav kirîza Suriyayê, kaxetên Erdogan tevlehevkirin û di heman wext de Amrîka û welatên din yên Rojava dîtinên Erdogan piştguhxistin.Di encam de Tirkiyeya endam di NATO de neçar bû li ser hisaba peywendiyên xwe yên sitratijîk yên warê siyasî û aborî de bi cîhana Rojava re, pêtir xwe nêzîkî Rûsyayê bike.Ev çend bû sedema kirîzeke kûr ya siyasî û aborî ji Tirkiye re. Di heman dem de peywendiyên Tirkiyeyê bi çendîn welatên din yê erebî re têkçûne bi taybetî bi Erebistana Siudî û Misrê re.Îro deynên Tirkiyeyê ji 270 milyar dolaran derbas bûne û lîreyê tirkî pêtir ji 25% ji qîmeta xwe li hember Euro û Dolara amerîkî ji dest daye, di encam de rêjeya inflasiyonê gihaye astê xwe yê herî bilind.Erdogan di “çareseriya” pirsgirêka kurdî jî de bi riya şer bi ser neket, lê belê  metodê şer bandoreke hîn xeraptir li ser rewşa aboriya Tirkiyeyê çêkir.Pirsa li vir tê holê eve; gelo Tirkiye heta kengî dikare vê siyasetê bidomîne? Û  aliyên kurdî çawa dikarin ji rewşa xerapa siyasî û aboriya Tirkiyeyê, di berjewendiya çareserkirina pirsa kurd de, îstîfade bikin.Rojevakurd: Li  gora we HDP dê bikaribe ji bo çareseriya pirsa kurd rolekî bileyze?Îdrîs Tirwanişî: Bî dîtina min heta niha ti guhartin di xîtaba HDPê de xuya nebûye, anko HDP ti xandin ji  riyalîstiya nû ya Tirkiyeyê re nekiriye, û li ser heman awaz û banga qendîl didome. Ev çenda han jî wê hîn Erdogan û MHPê nêzî hev bike. Bî vî awayî jî Ergogan ji bo razîkirna MHPê wê siyaseta eskertariyetê li hember gelê Kurd bidomîne û ne mumkine, berî destberdana PKKê ji çekan,  pêvajoya aştiyê dest pê bike.

Back to top button