Hevpeyvîn

Tişta ku me ji bo cîhanê kiriye, pir zêdetire ya cîhanê ji bo me kiriye

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz ji civaka navdewletî û cîhanê dike serxwebûna Kurdistanê qebûl bikin û dibêje, kurd hêjayî wê yekê ye ku mîna miletên din yên cîhanê bên dîtin û hesibandin.Mesrûr Barzanî ji malpera înglîzî ya bi navê “BuzzFeed News” re behsa referandom û serxwebûna Kurdistanê û helwesta cîhanê li hember wê mijarê kiriye.Barzanî diyar kiriye ku gelê Kurdistanê gelek qurbanî daye û êş kişandiye her wiha ewa ku gelê Kurdistanê bo cîhanê kiriye, gelekî ji wê zêdetir e ya ku cîhanê bo gelê Kurdistanê kiriye. Divê ev were dîtin û hurmeta wê were girtin.Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê daye xuyakirin, dema sala 2014 DAIŞê êrişî Kurdistanê kir, Kurdistanê xwe parast lê bi wê yekê gelên din jî parast û gotiye, eger Pêşmerge nebûya DAIŞ tenê li Kurdistanê nedima.Wî dewletmedarê Kurdistanê daxwaz ji civaka navdewletî kiriye, fedakarî û wefadariya gelê Kurdistanê bibînin û mîna miletên din yên cîhanê bi gelê Kurdistanê re reftar bikin çimkî gelê Kurdistanê hêjayî wê yekê ye ku mîna miletên din yên cîhanê bên dîtin û hesibandin. 

Back to top button