Cîhan

Trump pêşwaziya Erdogan kir

Serokê Amerikayî Donald Trump li Qesra Sipî pêşwaziya serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan û şanda pêre kir. Trump û Erdogan hevdîtin kirin û dawiyê derketin himber medya û behsa naveroka hevdîtinê kirin.Erdogan  di hevdîtinê de behsa girîngiya pêwendiyên Amerika û Tirkiye kir û got ku, dive em li dijê hemû cureyê terorê bi hevre şer bikin. Erdogan da kifşkirin ku, tu ferqa PYDû YPG û PKKê tuneye û Tirkiye pêwendiyên li gel wan dilgirane.Herweha li ser rewşa herêmê hate sekinandin û Erdogan beşek axaftina xwe de got: Hinek ali hene ku, li Iraqê, Yemenê Libya û Suriye dixwazin tevlîhevî zêde bibe û destê wan di nava fitnê de heye. Nabê em rê bidin ku ew alî bighin armancên xwe.Erdogan nave tu welatan neda ,lê pisporên siyasê dibêjin mebesta Erdogan Îran bû.Serokê Amerika jî behsa giringiya pêwendiyên herdu welatan kir û got: Tikes nikare pêwendiyên me têk bide. Trump got: Li gel Tirkiye pêwendiyên me yên gelek baş hene, emê vê hêjî baştir bikin.Trump da xûyakirin ku ew, bi serana Erdogan gelekî keyfxweş bûye. Mirov dikare bêje Trupm bi germî pêşwaziya Erdogan kir û hevdîtin di çerçovek erênî de derbas bûn..Erdogan Trump vexwand Titkiye.

Back to top button