Civak

Tu hêzek Iraqî neçûyê deriyê Brahim Xelil

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Zaxo ragihand: “Ti guhertina hêzê li deryê sînorî yê Ibrahîm Xelîl çênebûye û ti hêzeke serbazî Iraq jî nehatiye Ibrahîm Xelîl û ew nûçeyên ji aliyê medya erebî û navçeyê ve hatine belavkirin û behsa radestkirina deryê Ibrahîm Xelîl ji bo hêzên Iraqî dikin, dûrî rastiyê ne.”Herweha got: “Tiştê ku çêbûye, serdaneke supasalarê Iraqê Osman Xanimî bû ji bo ew 35 serbazên Iraqî, ku ji berî mehekê ve hatine şandin ji bo Tirkiyê û li gel hêzên wî welatî li ser sînor manorên serbazî encam didin.”Li gorî zanyariyan di gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de: “Iraq qayil bûye Herêma Kurdistan firîngehên Herêma Kurdistan û deryên sînorî di navbera Îran û Turkiyê de birêve bibe û ji aliyê desthelata federalî ve serperşitiya wan bê kirin û gotûbêj di navbera herdu aliyan de ji bo rêketinê li ser awayekî ji bo dahatên wan dergeh û firîngehan destpê kiriye.”

Back to top button