Nivîsar

Tu kiyî?

 Serokkomarê Tirkiye Receb Tayib Erdogan, li Tirkiye rojeva siyasî kiriye referanduma serxwebûna Kurdistanê. Ji berî her tiştekî Kurdistana Başûr armanc û helwesta xwe daye eşkerekirin. Kurdistan ne tehdîteke li ser tu welatan û taybetî desthilatdariya Kurdistanê behsa pêwendiyên baş yên cîrana dike.Lê Erdogan û kesên li dorê jî zimanê diplomasiyê tênagihin. Ew bi zimanê kolana wek kesên xwenenas behsa rewşa Başûr dikin û taybetî gotinên Erdogan di derbarê Barzani de gotinên kesên beredayine. Eger Barzani bersiva van gotina nade sedem ewe ku xwe naynê wê misteveya nivz ya Erdogan.Erdogan ji bilî gotinên gelemperî û ji bilî dijberiya referandumê dibêje: Em referandumê meşru nabînin. Başe tu kiyî û çi mafî referandumê meşru nabînî?  Erdogan dibêje Barzani li cihê xwe rune, wek serokeşîrekî hereket neke.Li vê derê divê Erdogan bisekine. Eve 20 salin Kurda nîşanê cîhanê kir ka çine. Herweha dema te bi xwe,  xwe tavêt bextê Barzani û ew bi kesayetek berz bi nav dikira hatiye ji bîr kirin.Erdogan kesayetek bê nirxe. Dibêje tenê Îsrail piştevaniya referandumê dike û berdewamiya axavtina xwe de dibêje: Pêşiyê wan jê li gel Îsrail pêwendi hebûn. Ji berî her tiştekî eger pêwendiyek ya herêma Kurdistanê li gel Îsrail hebê , ev ne kêmasiyeke û helwesta Îsrail bi şanazî ji aliyê hemû kurdan ve hate pêşwazî kirin.Pêwendiyên hukumeta Erdogan û Îsrail her demî başbûn û hêja jî berdewamin. Ew milet yan jî kesayetê tiştekî ji bo xwe rewa bibîne û ji bo hevalî xwe rewa nebîne, kesayetek bê ehêaq e. Tu nirxên mirovatî li gel tuneye.Tiştên Erdogan ji bo Barzanî berê gotine eşkereye. Başe niha temamî eksê gotinên xwe xebera dibêjî ev çiye. Xelk henekên xwe li te dikin. Erdogan dawiya xwe anî. Emê bibînin 2019ê ka gelo dê kurd çewe vê bînin bîra te.Gelek gotin hene ku mirov li ser bê ehlaqa bêje , lê xelk vê yekê dibîne û biryara xwe dide.29.9.2017N.Firat/Rojevakurd 

Back to top button