Nûçeyên Kurdistanî

Tu pêvajoyek nû ya “çareseriyê“ di rojevê de tuneye

Tu pêvajoyek nû ya ``çareseriyê`` di rojevê de tuneye

Piştî daxûyaniya rawêşkarê Erdogan Ilnur Çevik a di derbarê pêvajoya“çareseriyê“de kirî, di cih de berdevkê Serokkomar Erdogan Ibrahim Kalin daxûyaniyek da û got: Di rojeva birêz serokkomar de tu awayî ji nûve pêvajoya “çareseriyê “ tuneye.

Îlnur Çevik gotibu ku, piştî hilbijartina ihtimala pêvajoyek nû ya “çareseriyê“ heye.

Berdevkê serokkomar Ibrahim Kalin daxuyaniya xwe ya di vê derbarê de got: Di rojeva serokkomar de pirsa pêvajoya “çareseriyê “ tuneye. Serokkomar di dema  serokwezîrî û serokkomariya xwe de ji bo hemû hemwelatiyên Tirkiye wekhev bijîn tekoşîn daye. Ew siyaseta inkar kirin û asimîlasyonê di serokatiya serokkomar de ji holê rabûye.
Kurd jî di nav de ji bo hemû hemwelatiyên me ji zilma PKKê xilas bibin tekoşîna em didin berdewam e.

Nerîna min :