Polîtîk

Turk dizane çi dibêje?

Serokê şeredariya Mêrdînê Ahmet Turk di mitinga HDPê ya Stanbulê de axivî. Turk di axavtina xwe de behsa rêkeftinekî di nava kurdan de kir û got: Pêwiste rêkeftinek berfireh di nava Kurdan de çêbibe.Dema Ahmet Turk vê gotinê dibêje, mexseda wî çîye? Gelo Turk henekê xwe li kurda dike, yan jî li gora wî kurd tiştekî tê nagihin, tu çi bêjî û çi bikî ne giringe?Ji berî niha demekî Ahmet Turk û hinek hevalên xwe ku yên wek Osman Baydemir jî di nav debûn, ji bo avakirina yekitiyekî di nava kurdan de xwestin însiyatîfekî pêkbînin û bangî gelek kurdên welatparêz kirin. Civînek pêkhat û piştî civînê ji bo berfirehkirina vî karî û ji bo pêşniyar li hemû aliyên Kurd re herê, komisyonek ji 20 kesî hate damezirandin.Lê dema kongreya HDPê hate kirin , ev yek têkçu. Herweha baş tê zanin ku 5 partiyên Kurdistanî di nava xwe de Tifaqa Kurdistanî ji bo hilbijartina ava kirin û li gora hinek prensîban li gel HDPê hevdîtin kirin. Ahmet Turk bi xwe jî hinek di van hevdîtinan de amade bû. Lê HDPê li gora biryara Qendil dayî nekarî li gel partiyên Kurdistanî tifaqê çêbike.Lê cardin wek hîç tiştek nebûyî bangî tifaqê dike û dibêje bila rêkeftinek berfireh di nava kurdan de çêbibe. Ev kurdên ku Turk behsa wan dike kîne? Gelo Turk xwedî çi însiyatîfêye di nava HDPê de. Gelo biryara Turk û hinek hevalên wî di destê wan de ye, yan îrada xwe radestkî cihek din kirine? Heta Turk bersiva van pirsan nedê bila behsa hevkariyên sexte nekê.  

Back to top button