Nûçeyên Kurdistanî

Umer Silêman û diziya çanda kurdî

Umer Silêman û diziya çanda kurdî

Bawerê Omerî

Ji mêj ve û ta roja îro dagirkerên Kurdistanê dixwestin bi hemû hêza xwe û bi piroje û pilanên regezperest di rêka oldar û nandozan re – û bi qirkirinê huner û çanda kurdî ji kokê ve rakin, ta ku kelepûra miletê Kurd bi carekê bidizin û berbatî hev bikin.

Mebest ji wan kiryaran ew bû, ku pêdiviya Kurda di paşerojê de bi avakirina dewleteke kurdî nemîne û pirtir ji şêst miliyon Kurd nebin xwedî dewlet. ji lewra wan çavên xwe berdabûn hemû tiştên, ku neteweya Kurd pê lawaz dibe, ji qedexekirina axaftinê bi zimanê kurdî, guhertina cilûbergên kurdî, guhertina ola kurdî, guhertina navên kurdî, qedexekirina avakirina dibistan û Mosexane û zanîngehên kurdî, şerê xebatkar û zana û rewşenbîrên Kurd û galte û qeşmerî di rêka alavên ragihandinê de bi maf û hebûn û dîroka kurdî.

Her şeş dewletên, ku Kurdistan di nav wan de bûye pênc perç bi şev û roj di guhertina neteweya kurd de pevre dixebtîn, û hîn jî li dijî mafên kurd pevre hevkar û hevbîr in, projeyên fariskirin, erebkirin, tirk,kirin, ezerkirin û ermenkirin di her pênc perçeyên Kurdistanê de bihev re dihatin pilan kirin,

Li ser vê babetê civatzanê bi nav û deng mamoste Isma,îl Beşîkçî (1) di pirtûka xwe de ya bi navê “Kurdistan bendegeyeke navdewletî ye“ li ser diziya çanda kurdî ji aliyê hunermend û dengbêjên Tirk ve bi şêweyekî eşkere nivîsiye, lê tiştê herî balkêş di wê nivîsandina wî de ew e, ku „pisporên di mûzîkê û çanda gelêrî de ligel efserên leşkerî bi wî karî radibin“ dawî rê ji hunermendan re yên bi neteweya xwe Kurd in vedikirin, ji bo wan destan û stranên kurdî bugherînin û bi zimanê Tirkî di wêneguhêz û izgeh û qewan û şahiyan de bistirên, mîna: “Celal Guzelses, Muzez Turung, Ibrahîm Tatlises, Izet Altinmese, Selahetîn Al-pay, Husamettin Subasi, Bedrî Ayselî, Kucuk Emrah, Burhan Cacan, Celal Yarîcî,  Hulya Suer, Alî Riza Gundogdu û Nuray Haîftas“. Herweha dibêje: “ku pêşkêşkirina stranan bi dengên hunermend û dengbêjên Kurda du taybetmendiyên xwe hene: Dengên Kurda bi stranên gelêrî yê kurdî re pir guncaw e, û dema hunermendên kurd wan stranan bi zimanê tirkî distirên, ew roleke pir giring di xebata tirk,kirina Kurdan de dileyizin“.

Vêca doh desthilat û regezperestên Tirk, yên ku bi kelepûr û çanda xwe pir belengaz û lawaz bûn, ev kiryar di mafê çanda kurdî de dikirin, tevî ku ta astekî pir billind di wê diziyê û tirk,kirinê de biserketin, lê zana, pispor, lêkolînvan û şehrezayên çanda miletan li cîhanê baş dizanin, bê kîjan milet bi çanda xwe xurt e û kîjan jî ji wan lawaz e.

Di roja îro de jî em dibînin, ku hunermendek bi desmal û egal û kiras û berçavkeke reş li seranserî cîhanê galte û qeşmeriyên xwe bi stran û mûzîka kurdî ya resen dike, ew jî hunermendê ereb “Umer Silêman e“(2).

Bi ritmeke sivik û mûzîkeke ziwa û bê note û bi awazên kurt û  tenê amûra Keyboarde, ya ku ji berhema welatên pîşesazî ye û bi teknîkeke pir hûr hatiye çêkirin, bi kar tîne, û muzîkjenê wê jî Kurd e.

Bi awaz û mûzîka kurdî ev hunermendê ereb stranan di şahiyên mezin de li seranserî cîhanê pêşkêş dike, not û neh ji sedî ji guhdarên wî nizanin, ku ev stran û mûzîk kurdî ne.

Ligor nerîna wî ku dibêje:“Ez di hunera xwe de mûzîka kurdî, erebî, aşûrî û tirkî bikar tînim“. Em dibînin, ku ji stran û ritim û awazên kurdî pêve di stranên wî de tunene.

Helbet ji mafê her mirovî ye, dema bixwaze ji kelepûr û çanda miletên din sûdeya ziman, stran, qewat û gerdişê bigre, lê ne ji mafê wî ye, ku wan berheman tevlihev û bê wate bike, û dawî bê nirx pêşkêş bike û bibêje, ah ev e hunera kurdî.

Ez wek kesekî hezkerê çand û hunera kurdî rêzê li çand û kelepûra hemû miletan li cîhanê digrim, di eynî demê de jî dema, ku hunermendekî biyanî stranekê bi zimanên miletên din bibêje, nabîn, ku wî gunehkariyek kiriye, tenê gereke ew hunermend wê stranê, bi ziman û awaza wê ya rast bibêje.

 

Wek naskirî ye, mexabin nerîna pirê rewşenbîrên Ereb li çand û hebûn û mafên miletê kurd wek regezperestên din yên Kurdistan dagirkirine, neyênî ye.

Li vir gereke bê pirsîn, gelo kîja rejîm û desthilat û dezgehên ewleyî piştgiriyê didin vî kesî? Ji bo stran û awazên kurdî bi kar bîne û kiraskî erebî lê bike û di bin çanda erebî de veşêre.

Dibe xwendyarekî vê gotarê bibêje: “De yabo Kurdistan tev de çûye û di bin destê dijminan de ye, ma hima li ser stranên Umer Silêman tenê maye“?

Ez jî ji wî re dibêjim, ku Kurdistan hemî bi ezman û zemîna xwe ve jî bête dagerkirin û wêran bibe, çênabe çand û kelepûrê me winda bibin û li ber lingan herin. ez ti gumanê têde nabînim, ku ev karê vî hunermendî xelekeke ji xelekên erebkirinê ye, ya ku ji 1430 salî ve dest pêkirine û ta roja îro jî berdewam e, heger mebesta wan ne ew pirojeyên kevn û nû bin, dibe nerîna min na rast be.

Di vir de, ez dixwazim bibêjim, ku parastina çand û huner û kelepûrê bav û bavpîrên me li seranserî cîhanê erkê her Kurdekî ye, lê bêtir yê mirovên xwendewar û rewşenbîr û pispor û hunermenda ye. herweha ji van bijarteyan tête xwestin, ku li ser huner û destan û stranên kurdî bi rengekî zanistî lêkolînan çêbikin, û di avakirina komele û dezgeh û hevbendên hunerî de kar xwe bikin, da ku vê çanda me ya dewlemend ji windabûnê biparêzin û bi berhemên xwe pirtûkxaneyên Kurdistanê û cîhanê dewlemendtir bikin, di wê çaxê tenê de em ê karibin bibêjin, ku bi keda van zana û pisporên mûzîk û hunerê beşek ji çanda kurdî hatiye parastin, û nema kesên mîna hunermend Umer Silêman dikarin bê destûr suxtekariyê bi awaz û stran û hunera kurdî bikin.

Di dawiyê de dixwazim hûn vê rastiyê jî zanibim, ku ta bêdawî wê Ereb û Kurd bimînin hevsiyên hev û wê di mafên xwe de hevyek bin, û ew dem jî dibe were, ku herdû milet di rêkên bajarvanî û yasayî û mirovatîyê de rêzê li huner û çand û xaka hevdû bigrin.

[email protected]

30.08.2018z – 2630 k

__________________________________________________

Jêder:

(1)- Pirtüka Isma,îl Beşikçî ya bi navê“Kurdistan bendegeyeke navdewletî ye“. rûpelên: 257.258.259.260.

(2)- https://de.wikipedia.org/wiki/Omar_Souleyman

 

 

 

Nerîna min :