DosyaHevpeyvîn

Vê hilbijartinê temsilkariyek e miletê kurd tûnebû

Encamên hilbijartina 24’’e hezîrana 2018î, bi serkevtina Serok komar Recep Teyip Erdoğan û bi têkçuna hemî partiyên li Tirkiya yê encam da. Ya herî balkêş ew bû ku HDP li Kurdistanê deng windakir, ger ne ji dengê ku CHP dan dê HDP benda 10% derbas nekiriba ya, dengê HDPê ew bûn ku dane Selahedîn Demirtaş ew jî ji 8% bûn.  Min di gelek civatan de  digot Erdoğan dê di gêra 1. de biserbikevê jiber vê ez matmayî nebum.Vê hilbijartinê temsilkariyek e miletê kurd dernexist, nebire parlametoyê. Di vê hilbijartinê de sîstema parlamentiyê hilweşiye, Serokatî dê bikevê jiyanê. Em hêvi dikin ku dê him ji bona Kurda, him ji ji bona civakê dê baştir be, lê em kurd ne li benda mafên milli û bi mezinin lê dê ji demên derbasbûyî çêtir be. Ez bawer dikim ku pêvejoyek bi rengê rewa,demokratik bi kurdan re bête danîn.Li gora me, HDP ne di wê ast û xwedî vizyonekê ye ku ev iktidar li gel têkilî danê. Ji xwe HDP doza mafê miletê Kurd nakê siyaseta wê cuda ye ji mesela Kurd ji vê yekê ti rirola bileyizê nîne.Ger ku Kurd bixwazin rolekê bilîzin divabê partiyên netewî bi dilsozî ligel hevûdû bikevine nav hewildanan, xwe bi rêxistinî bikin da dang biçê guhê dost û dijminan ev erkê her welatperwerê Kurdistaniyane. 2.7.2018Mehmet Emin KARDAŞSerokê Giştî  yê PDK-T 

Back to top button