Nûçeyên Kurdistanî

Vegera Barzaniyê Nemir ji Yekîtiya Sovyetê

Vegera Barzaniyê Nemir ji Yekîtiya Sovyetê

 

Cemîle Mihemed Mîrza: Barzaniyê Nemir mirovekî çavnetirs bû. Li heman demî de gelek dilovan û bi rehim û delal bû.

 

06/10/1958 salvegera 53 saliya vegera Kurdistanê ya Rêberê Kurd Barzaniyê Nemire ji Yekîtiya Sovyetêye. Ev roj, rojekî bi rûmete li dîroka hemû mîlletê Iraq û Kurdistanê. Ji ber ku Barzaniyê Nemir û nêzîkî 500 kes ji hevalên xwe, piştî ruxana Komara Kurdistanê rêya man û nemanê hilbijartin û amade nebûn çarenûsa xwe bidin destê dijminên gelê Kurdistanê û çûne nav axa Sovyeta kevin. Ji bo vê bîranînê me bi pêwîstî zanî serdana Hewlêra paytext bikîn û ji nêzîk ve li gel yek ji wan jinên Rusî hevpeyvînek bikîn ku ew jî dayika Cemîla Mihemed Mîrza ya (76 saliye), ku hevjîna şehîdê Fermande Selîm Zubêr Barzanî ye û yek ji hevalên bawerpêkiriyê Barzaniyê Nemir bûye. Li 29/09/1971 li Hacî Omeran li hewla terorkirina Barzaniyê Nemir ku rejîma Be’es dariştibû Fermandeyê qehreman Selîm Zubêr Barzanî şehîd dibê. Piştî şehîd bûnê Cemîle xanima hevjîna wî qonaxên jiyana xwe bi dijwarî derbaskiriye. Ji bo hevdîtina li gel Cemîle Xanim û çend bîranîneke wê ya li gel Barzaniyê Nemir me bi pêwîstî zanî hevpeyvînek li gel wê saz bikîn.

 

8898_235947970.jpg* Di destpêkê de di derbarê jiyana xwe da dayika Cemîla Mihemed Mîrza ku bi esil Kurdê Ermenîstane wiha got:

 

– Ez li sala 1935 li bajarê Qebîlîs a ser bi Rusya ji dayik bûme û bi esil Kurdê Ermenîstanê me û ez misilmanim. Li temena 8 salî da dayik û bavê min koça dawî kirine. 3 birayên min hebûn, li dema şer Hikûmeta Rusya me nefiyê bajarê Taşkendê kir. Piştî hatina Rêberê Azadîxwaz û Rêberê Tevgera Kurdistanê Barzaniyê Nemir û hevalên wî ya li nav axa Rusya, bo ku wê peyamê bidin Rusya ku em mîlleteke azadîxwazîn û zulm û sîtem li mîlletê Kurdistanê hatiye kirin û daxwaza mafê xwe ya Kurdistanê dikîn. Ew mirov li wir, bi azadîxwaz û nîştimanperwer hatibûn naskirin. Piştî hatinê wan hemûyan dabeşî navçe û gundên dûr û nêzîk kirin. Hinek ji wan mirovên Barzaniyan hatin gundê me li nêzîkî Taşkend. Her çende rewşa wan ne baş bû û li rûyê siruşta jiyanê ew ne şareza bûn û ziman nedizanîn. Paşê me zanî ew mirov ji bo mafê gelê xwe li gel Rêberê xwe ji bo azadiya Kurdistanê hatine vî welatî.

 

* Dayika Cemîla di derbarê çawa naskirina xwe ya yek ji hevalên Barzaniyê Nemir û pêkanîna hevjîniyê, bi hestekî berfireh û bi kenînê ve got:

 

– Me li Taşkend li nav bax û bexçeyan kar dikir û ew mirov jî dihatin. Rojek piştî bîhnvedanê em çûne binê darekî, 4 mirovê Barzanî jî ji bo bîhnvedanê hatin cihê me. Dema me xwarin dixwar ku me bi Kurdî diaxaft, ew hatin cem me û bi me gotin: Hun Kurdin? Xaleta min ji wan re got: Em Kurdê Ermenî ser bi welatê Sovyetê ne, ew gelek bi me xweşhal bûn ku li nav wan da Selîm Zubêr jî hebû. Êdî paşê me zêdetir pêwendî li gel wan mirovên azadîxwazan kir û li dema kar jî em pêkve bûn û ew dihatin nav me. Wan mirovan behsa jiyana xwe ya dijwar û behsa xebata xwe ya li Kurdistanê de dikirin ku li gel Rêberê xwe Barzaniyê Nemir ku piştî berxwedana Komara Kurdistan li Mehabad û wê rêya sext û dijwara ku ji rûbarê Aras derbasbûne û hatine nav axa Rusya, da ku daxwaza mafên Kurdan bikin. Êdî xizm û kesê min çend kesek bûyîn hevjîna Barzaniyan û ez yek ji wan bûm ku bûme hevjîna Selîm Zubêr Barzanî ku mirovekî gelek baş bû û bi rehim bû. Piştî demekî li sala 1950 bûyin hevjîna hevdû û jiyana wan gelek dijwar bû, ji ber ku hevjîna min ji aliyek ve kar dikir û ji aliyeke din ve dixwend û bawernameya çandinê wergirt û em bûn xwediyê 4 zarokan.

 

* Di derbarê pêwendiya Barzaniyê Nemir û hevalên wî ya li Sovyetê de, dayika Cemîle bîranînên xwe bi xemgînî bersîvand:

 

Hemû hevalên Barzaniyê Nemir li wir jî hestê wan yê neteweyî û Kurdayetiyê hebû û li gel hevdû bûn û bi pêkve dijiyan. Gelek serdana hevdû dikirin û niha jî li bîramine ku hemû demek Barzaniyê Nemir serdana hevalên xwe dikir û hal û rewşa wan dipirsî û heta hemû demek serdana zarokên me jî dikir. Birastî Barzaniyê Nemir gelek dilovan û bi rehim û delal bû, Barzaniyê Nemir mirovekî çavnetirs bû. Her çende nêzîkî 3 sal Barzaniyê Nemir ji hevalên wî dûr xistibûn, lê belê piştî ku hevalên wî xwepêşandanê kirin û dîsa hat nav hevalên xwe. Barzaniyê Nemir hemû deman wêrekiyê bi hevalên xwe dibexşî. Her wiha Barzaniyê Nemir daxwaz ji berpirsên Hikûmeta Sovyetê kir ku hevalên wî bixwînin û bi wan digot: Em ji bo jiyanê nehatîne vir, belku em ji bo mîlletê xwe hatine vir, ji ber ku zulm û sîtem li gelê Kurd dikin. Êdî ji bo wê yekê pêwîste li vir sûd li dem werbigrîn ji bo berjewendiya gelê xwe. Paşê bi daxwaza Barzaniyê Nemir, hevalên Barzanî dane xwendin. Heta dema vegera Kurdistanê hevalên Barzaniyê Nemir çendîn cûre bawernameyan wergirtin ku eve jî vedigere li ser rola Barzanî Nemir. Barzaniyê Nemir li nav dilê min daye, hemû demek bi bîr tînim. Ji ber ku birastî Barzaniyê Nemir qehremanê azadîxwaz û nîştimanperwer û Kurdperwer bû. Li wir jî serdana Kurdên Ermeniyan dikir û li nav wan jî nav û dengê wî belav bûbû.

 

3256_a4_329435575.jpg* Di derbarê vegera xwe ya Kurdistanê û her wiha jiyana li Kurdistanê da dayika Cemîle got:

 

Rojî 06/10/1958 ew roje ku Barzaniyê Nemir piştî şoreşa temmuza 1958 li gel 2 hevalên xwe vedigerin û ji aliyê xelkê Iraq û Kurdistanê û hemû ol û neteweyek ve pêşwaziyeke germ li qehreman û nîştimanperwer Barzaniyê Nemir kirin. Piştî hatina wan ya Kurdistanê Barzaniyê Nemir şehîdê fermande Es’ed Xoşewî û Mîrhac Akreyî radispêrê vegerin Sovyet û hemû hevalên din jî li gel xwe bînin. Berî hatina me Es’ed Xoşewî me jinên Rusya ku bûbûn xanima hinek ji hevalên Barzaniyê Nemir komkir û paşê jî got: Barzanî me raspardiye behsa pêvajoya jiyana Kurdistanê bikîn. Heta got: Rewşa Kurdistanê ne wekî vire, li Kurdistan av û kehrebe tûne. Dibe ku jiyan xweş yan nexweş bê û her wiha behsa dîroka Kurd ji bo me kir û paşê jî got: Ewê ku dixwaze li gel me bê û em jî rastiyê jêre dibêjin. Ji aliyeke din ve mala bavê min gelek pê nexweş bûn û ji min re gotin: Dibe ku ji bo te welatîkî xerîb bê, li aliyeke din ve 4 zarokên min hebûn û li wê dema ku ez li gel hevjîna xwe jiyam gelek baş bû ji bo min. Heta min ewqas hez ji Barzaniyê Nemir dikir, heta hemû hevalên wî bi rehim bûn û min bi hevjîna xwe re got neku Kurdistan her cîheke din bê ez li gel te da têm. Paşê eve bû em nêzîkî 16 roj û şev li nav papur rê hatin. Li 16/04/1959 gihîştîn benderê Basra, ji aliyê xelkê Kurdistan û Iraqê ve hatîn pêşwazî kirin ku xelk bi hemû çînek ve hatibûn. Birastî eve rojekî dîrokî bû ji ber ku Barzaniyê Nemir bi xwe hatibû pêşwaziya me û bi xêrhatineke germ li me kir û heta em gihîştîn Hewlêr û paşê jî hinek ji me çûn Şeqlawe û Mesîf û paşê ji bo demekî em çûn devera Barzan, paşê jî wezîfe derket û hevjîna min çû bi agirê xizmetê dikir û heta ku berpabûna şoreşa Eylûl ku hevjîna min çekê xebatê hilgirt çû nav şoreşê.

 

* Di derbarê pêvajoya jiyana xwe ya piştî ku hevjîna wê şehîd dibe Cemîle xanim got:

 

– Her li destpêka şoreşa mezina eylûlê hevjîna min çû nav rêza şoreşê. Wê demê mala me li Hewlêrê bû û min zarokên xwe bi xew dikir. Her wiha hevjîna min şehîd Selîm Zubêr Barzanî ku li serdema şoreşa eylûl nûnerê Barzaniyê Nemir ya li karûbarê şoreşê bû û her wiha berpirsê nexweşên şoreşê bû û heta li Hewlêr mala me ji bo wan hemû kesan bû ku xebatê dikirin. Heta ew malên Barzaniyan ku ji devera Barzan dihatin û kar û îş yan nexweşiyeke wan hebû dihatin em li gel wan diçûn û me karên wan dikir. Heta wê dema ku sala 1971 bû ku çûme serdana xizim û kesên xwe li Rusya û heta 10 roj bû ku vegeriyabûm, hinek hatin bi min gotin ku hevjîna te li teqîneke plana dijminê Be’es ya dijî Barzanî de li roja 29/09/1971 birîndar bûye. Her çende min bawer nekir, tenê min got ku gelo Barzanî selamete? ya min got eger selamete divê xêr bikim û min dizanî ku hevjînê minê qehreman şehîd bibû û min ji xweda re şukir dikir ku tenê Barzanî selamet bê ew girîng bû li cem min. Paşê bi min gotin ku dirûste hevjîna te şehîd bûye. Piştî şehîd bûnê me berdewama xebatê kir û heta ez li nav rêxistinan û tenzîmata şoreşê bûm û weku jinek min xizmetê kir û min xwe bi Kurd dizanî. Piştî şikestina şoreşê koçberî Îranê bûyîn, heta sala 1976 hatîn Kurdistanê û demeke din Hikûmeta Be’es me nefî kir Başûrê Iraqê ku pêvajoya me li wir gelek xerab bû. Heta hatîn Hewlêr, li sala 1979 ku asayîşa Hewlêr hemû rojan dihata mala me û ji min re digotin we agahî ji rewşa Kurd heye, her wiha digotin Se’îdê Kurt ku ji Emerîka hatiye Îran ji bo kongreyê. Piştî wê her berdewamî digotin: Çawa hun hatine vir, min jî digot ez li gel Mela Mistefa Barzanî hatime Kurdistanê. Birastî gelek nexweş bû ku ew polîsên Be’es hemû car me bin kontrola xwe de danîbûn. Êdî ji bo wê yekê min got divê ji vir biçim, eve bû ku min hizir kir eger bimînim her 3 kurên min dê îdam bikin. Ji bo wê yekê baştirîn rê ewe bû ku min kurên xwe şand gundê Lêlukî ya ser bi devera Barzan ku li wê rêyê xwedê jêrazî Fermandeyê qehreman Dr. Se’îd Ehmed Nadir vegerin Rajan a Îranê. Min bi xwe pasaport hebû çûme Bexda û paşê ku çûme Nemsa li cem keça xwe Henîfe, piştî demekî din kurên min ji aliyê Serok Mesûd Barzanî û Şehîd Îdrîsê herdem bi bîr ku ew jî hatin cem me û piştî demekî çûme Emerîka û heta ku raperîna birûmeta 1991 vegeriyam Kurdistana ezîz.

 

* Li dawiyê de ji bo salvegera 53 saliya vegera Kurdistanê ya Barzaniyê Nemir, dayika Cemîle got:

 

Eve 60 sal zêdetir dibê ez li gel Barzaniyan dijîm, ku mirovên bi rehim û dilsozin. Her wiha îsal 53 sal derbasbûye ku ez hatime Kurdistanê û tu demek min hest bi xerîbiyê nekiriye. Raste ku hatime Kurdistanê ku ez ne şarezayê cografya Kurdistanê bûm û paşê ku fêr bûm û xelkê Kurdistanê hemû birêz û îhtiram ve xizmeta me dikirin. Her wiha îsal 40 sal dibê ku hevjîna min Fermande Selîm Zubêr Barzanî li teqîna plana dijminê Be’esa ku ji bo Barzaniyê Nemir darijtibû li vê planê Barzaniyê Nemir selamet bû û hevjîna min jiyana xwe fedayê rêber û Kurdistanê kir. Lê belê koça dawiya hevjîna min de dîsa xerîb nebûm ji ber ku zarok û xizm û kesên min heye. Her wiha çendîn car çûme welatê xwe yê li Rusya, lê belê dîsa min bêriya Kurdistanê dikir. Ji ber ku Kurdistan jî axa mine. Ewê li bîramine, hevjîna min çi li Sovyet û çi li şoreşa eylûl ku bi min digot eve bû: Rojek dihêt ku Kurdistan rizgar dibê û alaya Kurdan li dam û dezgehan hindî bilindiya çiyayan bilind dibe!! Hêviya Barzaniyê Nemir û hevalên wî û hevjîna min wiha bû ku îroya Kurdistanê berhema xebata wan û hemû şehîdên Kurdistane. Ez gelek hez ji Serok Mesûd Barzanî dikim, ew jî heman rêya bavê xwe xizmeta Kurdistanê dike. Li salvegera 53 saliya vegera reberê Kurdistanê Barzaniyê Nemir û piştî wê vegera hevalên Barzaniyê Nemir jî ya Kurdistanê pîrozbahiya xwe li hemû gelê Kurd û Kurdistanê dikim, silavên xwe yên bêpayan ji bo giyanê hemû şehîdên Kurdistanê û serwerê wan bavê Kurd Barzaniyê Nemir û kak Îdrîsê herdem bi bîr re dişînim. Spas ji bo rojnameya xebata ku serdana me malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û jinên Rusiyan dike dilê me bi we xweş dibe.

 

Têbinî: Ev babet li rojnameya Xebat hejmara (3891) li roja 06/10/2011 hatiye belavkirin.

 

Xebat: Hevpeyvîn Sefer Yusif Mîrxan Jajokî

Wergera Ji Soranî: Mîrhac Mistefa

 

 

Nerîna min :