Nûçeyên Kurdistanî

Vi karî bi destê PKKê dikin

Vi karî bi destê PKKê dikin

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya hikûmeta Îraqê û hin aliyên din hewil dide Şingalê ji başûrê Kurdistanê veqetîne û weke kantonek ser bi Îraqê ve îlan bike.

 

Pirs: Ji aliyê din, hûkumeta Herêma Kurdistanê û hin aliyen din jî hebûna PKKê li Şingalê qebûl nakin û dixwazin PKK ji wê deverê derkeve.

Gelo dîtina we li ser vê pirsê çiye? Hûn man û neman, hebûn û nebûna PKKê li Şingalê çawa dinirxînin?

 

Bersîv: Berya hertiştî pirsa Şingalê pirseke geopolîtîke û geotratejîke ( em dizanin Sadam Husên di sala 1991 de ji çiyayê Şingalê roket avêt îsraîl). Pirsa man û nemana PKK li şengalê jî ne serkirdayetîya PKK li Qendîl an li Îmrali qerar dide, hêzên din biryar didin. Ji ber wê Hukumeta herêma Kurdistanê pirsa derketina  PKK ji şengalê divê ne bi PKK re a bi hêzên xwedî biryarin liser man an derketina PKK li şingalê re hevdîtina bikin. Hukûmeta herêma Kurdistanê adresa wan hêzana baş dizanin, Çend faktorên esasî hene ku PKK hat li şengalê bi cîh bû.

1-Nakokîyên navabera Îran û DYA,

2-  Reqabeta navbera Îran û Turkî li herêmê,

3- stratejîya Îranê a avakirina li herêmê kemberek qesk a Şîa ji Îran, İraq, Sûrî û Lubnanê ava bike .

4- A herî grînge ku rê li ber îlan kirina serxwebûna Kurdistana Başûre.

Ji ber van sebebana Şingal wek geografî û startejîk gelek grîngîya wê heye. Tûrkî, Îran, Sûrî û İraq  ji ber hebûna DYA û Rûsya li herêmê bi xwe nakarin bi ordîya xwe derbasî Şingalê bibin, ji ber wê jî vî karî bi destê PKK dikin. Û dixwazin şerekî di navbera Pêşmerge û alîgirên PKK li Şingalê derxînin.

Ew alîgirên PKK jî tev zarê Kurdane, ev dewletana bi derxistina şerekî dixwazin bêjin “Pêşmerge zarokê Kurdan di kujin”. Û Şingalê bike cihekî weha ku Hukûmeta herêma Kurdistanê û pêşmerge pê mijûl bike ku bibe problemek mezin ji bo hukûmeta herêma Kurdistanê. Ji ber wê divê hukûmeta herêma Kurdistanê neyê provakasyona. Ji ber man û nemana PKK ne bi wan belengazê alîgirên PKK ku zarokên Kurdanê û hatine manîpule kirin ve grêdayîye.

Wek li jor min got hinek hêzên din li ser wan biryar didin. Divê Hûkûmeta Herêma Kurdistanê vê pirsê bi wan hêzana re çareser bikin. Lê tiştek eşkereye ev hêzana jî heta nuha tu nêtek wan nîne ji Şingalê derkevin. Lê tiştek eşkereye DYA û Rûsya jî li dijî mudaxela van hêzana ye mudaxeleyî Şingalê bikin ev li dijî stratejîya DYA û Rûsya ye.

Jİ ber DYA û Rûsya naxwazin welatekî wek Turkî an Îran mudaxeleyî dervî hududên xwe bikin. Her weha ev kembera kesk a Şîa ku Îran dixwze çêke li dijî stratejîya DYA û Rûsya ye. Ev ji bo hûkûmeta herêma Kurdistanê şanseke başe û divê hukûmeta herêma Kurdistanê vê şansê baş bikar bîne û bi piştgirîya DYA û Rûsya pirsa Şingalê çareser bike.

PKK karê weha ne îroj dike, demê berê de jî karê nuha ji karê Şingalê xerabtir kirin heye, lê bê helwestî û bê dengîya Kurda li hember wan rewş îroj gîha vî halî. Ji ber vê ez gunehê kurdên dervî PKK jî di rewşa ku Kurd îroj têdene dibînim.

Dr.Ekrem Önen

 

 

Nerîna min :