Malper | Video | Axaftina Serok Barzanî li roja aştiya cîhanî (Video)

Axaftina Serok Barzanî li roja aştiya cîhanî (Video)

Îro sêşem 21/09/2010 Serokê Herêma Kurdistanê li ahenga roja aştî cîhanî ragihand, ji bo gelê Kurdistanê şanaziye ku ji bo vê ahengê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê diyar kiriye, heman demî de got: Eger bi aştî nebê, tu pirsgirêkek nayê çareser kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê li ahenga roja Aştî Cîhanî: Eger bi aştî nebê tu pirsgirêkek nayê çareser kirin

Bi amadebûna birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê li ahengek da, ku ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ve hatibû amade kirin roja aştiya cîhanî bilind hate ragirtin.

Li beşekî wê ahengê da, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gotarekî pêşkêş kir û têda ragihand li sala 1981 dema (UN) roja aştiya cîhanî diyar kir, li vir cihê Feyleqa 5 ê artêşa Iraqê bû, ku genc û xelkê Herêma Kurdistanê têda dihatin îşkence kirin û îro jî ew cîh bûye parkekî gelek xweş û ahenga roja aştiya cîhanî li vir tê sazkirin.

Serokê Herêma Kurdistan got: Şanaziye ji bo gelê Kurdistanê ku Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin, bo ku ev aheng lê bê sazkirin, ji ber ku ewlehî û asayîş têda berqerare û hêvîdarîn seranserê Iraq û navçeyê jî li xwe bigrê.

Li beşekî dinê axaftina xwe de, birêz Mesûd Barzanî balkişand li ser wê yekê ku, ezmuna me û dîroka me şahide, ku eger bi aştî nebê tu pirsgirêk nayê çareser kirin, eger çareserî bi şer û zorê bê dîtin jî, lê belê demkiye û li encamê de dîsa gîr û girift û pirsgirêk serî hildidin, her çareseriyek ji bo her pirsgirekek bi awayekî aştiyane bê çareser kirin, xweragire û berdewam û serkeftî dibe.

Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, em jî li gel hemû aştîxwazên cîhanê vê rojê bi bilind radigrîn û hêvîdarîn bi hîmmeta hemû aştîxwazan aştiyekî aram seranserê hemû cîhanê li xwe bigre û hemû xelkê vê cîhanê bi xweşî û aramî bijîn.

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Kurdo Baksî : Giringîya Nûnerê KRG-ê yê Swêdê

Kurdo Baksî li ser tayînkirina nûnerê KRG-ê yê Swêdê diaxive...   ...



NY festîvala roja aştiya cîhanî li Hewlêrê saz dike
Ji bo amadekariyên pêkanîna festîvala roja aştiya cîhanî, şandeya ke rêxistina UNAMI ya ser bi Neteweyên Yekgitî (NY) ve bi serokatiya Morîk Hinderson berpirsa ofîsa ...
Eger reforma Barzanî dom bike gelek şîrketên cîhanî dê bên Kurdistanê’
Konsolê Fransayê yê li Herêma Kurdistanê Frederic Tissot ragihand ku eger prosesa reformê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di paşerojê de bi vî awayî dom bike, gelek şîrketên cîhanî dê bên Herêma Kurdistanê....
Leila Forouhar li Hewlêre
Hewlêr - Doh di demjimar 16:00 an de sitranbêja navdara Îranî Leila Forouhar bi rêya firokxana navdewletîya Hewlêrê giheşte Herêma Kurdistanê. Weha diyare ku, dê ...
Rola kurdan roleke serekiye û cihê şanaziyê ye
Naveroka axaftina serokê herêma Kurdistanê di preskonferensa vegera ji Bexdayê...
Milkerd Helwesta Barzanî helwesteke binyadnere
Nûnerê Taybetê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî, bi eşkere pêşwazî li vê ramana Serok Barzanî kir û ragihand ku helwesta Serok Barzanî li dema amade kirina yasaya hilbijartin û piştî ragihandina encaman helwesteke binyadnerane bû ku eve jî cihê teqdîrê Neteweyên Yekgirtî ye....