Malper | Video | Serkirdên Îraqê ber bi Hewlêr û Silêmaniyê reviyan

Serkirdên Îraqê ber bi Hewlêr û Silêmaniyê reviyan

 

Serkirdên Îraqê ber bi Hewlêr  û Silêmaniyê reviyan

Firaksyona Îraqiye ku Eyad Elawî seroaktiya wê dike, duhî roja şemiyê 17-1-22011ê, biryar da ku êdî beşdarî di civînên parlamentoya Îraqê de nekin.  Kutleya Îraqiye ku bi nûneritiya sunneyan li Îraqê tê nas kirin, yek ji mezintirîn kutleyên nav parlamentoya Îraqê ye û di hilbijartinên adara 2010ê de   91 kursî bidest xistin.

Heyder Mula berdefkê Îraqiye li dor sedemên beşdarînekirina wan di civînên parlamentoya Îraqê de, di preskonferensekê de got ku Nurî Malikî yekterefî biryar dide û ber bi diktatoriyê diçe:

- Me daxaz ji hikûmetê kiriye ku reforman bike û me daxaz ji hemû kutle û firaksyonên nav parlamentoya Îraqê kiriye ku ji bona dîtina rêyeke çareseriyê ji bo kirza siyasiya Îraqê li hev bicivin.

Roja şemiya çûyî hikûmeta Malikî, Tariq Haşimî cîgirê serokomarê Îraqê bi kiriyara terorîstiya roja 28-11-2011ê ku  li ber deriyê parlamentoya Îraqê erebeyeke bombebarkirî  teqiya bû, tawanbaer kir. Vê yekê jî nakokiyên navbera serokwezîrê Îraqê û firaksyona Îraqiye kûrtir kirin.

Çend xalekên din yên nakokî li ser di navbera serokwezîr û kutleya Îraqî de hene û bê çareserî mane:

1- Nerazîbûna Malikî li ser kandîtê Îraqiye bo postê wezîrê parastinê ku di dema pêkanîna hikûmeta Îraqê de wezareta parastinê ji Îraqiye re hat bû dayîn.

2- Pêkneanîna konseya pirsên niûtimaniyên stratejêk ku di rêkeftina Hewlêrê de biyar hatibû dayîn ku konseya pirsên niştimanî û stratejîk bê damezrandin û Eyad Elawî jî bo serokatiya wê konseyê hatibû destnîşan kirin.

3- Nerazîbûna serokwezîrê Nurî malikî li ser biherêmbûna wîlayetên; selahedî, Enbar û Diyaleyê.

Serk´okwezîrê Îraqê Nurî Malikî çend pêngav avêtin ku bûne sedemê kûrkirina kirîza siyasî li Îraqê:

- Tariq Haşimî cigirê serokomarê Îraqê bi kiryara terorîstiya pêşiya parlamentoya Îraqê tawanbar kirî û fermana girtina wî da.

- Daxaz ji parlamentoya Îraqê kir ku hesana parlamenteriyê ji Salih Mutlek cîgirê serokwezîrê Îraqê rakir.

- Tawanbarkirina Rafi Îsawî wezîrê darayî bi tawanên terorîstî

- Tawanbarkirina Xwzeyîr Xuzayî cîgirê serokomarê Îraqê

Her du cîgirên serokomar û cigirê serokwezîrê û wezîrêdarayî hemû ser bi kutleya Îraqiye nek u Eyad Elawî seroaktiya wê dike.

Tariq Haşimî û Xuxeyîr Xuzayî cigirên serokomar Celal Talebanî reviyane Silêmaniyê daku digel Talebanî bicivin.

Salih Mutlek cîgirê Nurî Malikî û Rafi Îsawî wezîrê darayî jî reviyane Hewlêrê û hewra xwe gihaniye serok Barzanî alîkariya wan bike.

 

 

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Kongreya BDP û pêvajoya Kurd û Kurdistan (Video)

Nivîskar Keya Îzol û Sîyasetmedar Dara Bîlek li bernameya Bergeh a Aso Tv de kongreya BDP û pêvajoya Kurd û Kurdistanê dinirxînin û daxwazên Kurdan tînên ziman......



Eyad Elawî şansê serokwezîrtiya Îraqê nema
Lê aliyên şîyî li Îraqê, ji bo ku Eyad Elawî û lîsteya wî nikare hikûmeta nû ya Îraqê pêkbîne, her du îtîlafên şîyî yekgirtin û hevpeymaniyeke nû bi navê Hevpaymaniya Niştimanî pêkanî. Bi vî awayê Hevpeymaniya Niştimanî dibe mezintrîn kutle û mafê destnîşankirina serokwezîr û pêkanîna hikûmetê heye. ...
Ji bo girtina Haşimî Îraq nikare hêzê bişîne Hewlêrê
Hindek çavknaiyan ji hikûmeta Îraqê eşkere kir ku hikûmeta Îraqê dê ji bo girtina Tariq Haşimî cîgirê serokomarê Îraqê hêzê bişîne herêma Kurdistanê.  Li dor vê ...
Talebanî ji Malikî hêrs bûye û navegere Bexdayê
Talebanî ji Malikî hêrs bûye û navegere Bexdayê Çavkaniyeke nêzîk ji cîgirê serokomarê Îraqê Xuzeyîr Xuzayî ji malpera Nexîl a erebî re eşkere kiriye ku Celal ...
Osman: Barzanî bawerî bi Malikî nemaye
Endamekê palamentoya Îraqê yê ser bi lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bawerî bi serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî ...
Heyeta Kurdistanê gihişte Bexdayê
Îro, sêşemiyê 04.10.2011, heyeta Kurdistanê ku ji Fazil Mîranî sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê, Mela Bextyar endamê pilîbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê û Fuad Hisên serokê dîwana ...