Malper | Video | Serok li kongreya revenda kurdên Suriye li Hewlêr (vîdeo)

Serok li kongreya revenda kurdên Suriye li Hewlêr (vîdeo)

Îro 28.01.2012 li Hewlêra paytexta Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê axaftinek pêşkêş kir û axaftina xwe de bi xêrhatina hemû mîhvanan kir. Eve jî naveroka axaftina Serokê herêma Kurdistanê ye...

 

Naveroka axaftina Serokê Herêma Kurdistanê li Kongreya Hewlêr ya Revenda Kurdên Suriye li Derve

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan!

 

Xuşk û birayên xweşdivî!

 

Amadebuyên birêz!

 

Hun hemû bi xêrhatin serçavan!

 

Hun hatina mala xwe û welatê xwe! 

 

Îro, Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê şad û serfiraze bi hebûna we. Hêvîdarim, kongreya we serkeftî be, û ew armancên ku pê navê wan de ev kongre hatiye bestin, bi cîh bên.

 

Mebest li vê kongreya revenda Kurdên Rojava li derve, ji bo wê hindê ye dîraset û nirxandina ev kawdanên ku îro li deverê heye û dihêne kirin û biryarên pêwîst bêne dayîn ji bo xwe amadekirinek ji bo her îhtîmalek.

 

Wekî ku em dibînîn, guhertinên mezin li deverê rûdan, eve li sala bihurîda û heta îro, û guhertin berdewame û em li wê baweriyê dane, hîç dewletek û hîç hêzek nekariye xwe li ber vê guhertinê bigre. Ji ber wê yekê pêwîste gelê Kurd jî, xwe amade bike ji bo her îhtîmalek. 

 

Ji bo me rewşa Suriye gelek girînge, yek ji ber wê hindêye ku me sînoreke dirêj pêkve heye û em cîranin, Duyem pitir du milyon Kurd li Suriye dijîn, ji bo me girînge ew guhertinên ku dihêne kirin, yan dihête kirin, ka rewşa Kurd û birayên me yên Kurd li Suriye dê çawa be. Dirêjiya dîrokê mehrum bûne ji hemû heq û hiquqekî, mehrum bûne ji heqê welatîbûnê jî, ji ber hindê, me pê xweşe amadekariyek baş bête kirin, ji bo wê hindê her guhertinek ku bibe, helbet lazime guhertinek erênî li rewşa gelê Kurdên Suriye bike.

 

Helbet guhertin ne karê me ye û ne karê tu aliyeke dine, karê xelkê Suriye bi xwe ye. Ereb ve, bi Kurd ve û bi hemû neteweyên din ve ku li Suriye dijîn. Lê ji bo me girînge û em nikarin temaşevan bîn, ji bo me girînge em bizanîn ev guhertin çawa çêdibe.

 

Me nevêt em bi tu awayekî destê xwe bînîn di nav karê we de, me divêt em alîkariya we bikîn vê derfetê ji bo we birexsênîn bo hindê hun li welatê xwe li paytexta xwe li hewayekî azadî biryarên xwe bidin. Her biryareke hun bidin, emê piştgiriyê li wê biryara we bikin. Lê tawsiya me ji bo we ewe, lazime her biryareke ku hun bidin, dur be ji tundutijiyê. Lazime rêya aştî û demokratiyê hilbijêrin û rêya diyalogê bigrin ber xwe. Birastî em nizanin ka rewşa Suriye dê çi lê bibe. Lê hemû şîrove ewin ku dê guhertin bibin, ji bo wê yekê ew guhertinên ku dibin, lazime hun jî amadebin ji bo hemû îhtîmalek. 

 

Mercê me ji bo piştgiriya we ewe, yekrêziya weye, vê fetreyê de ku fetreyeke gelek gelek ya hestiyare û hessase, lazime hun xwe dûr bêxin ji bo hizbayetiya tesk û teng. Heta rewşa Suriye diyar bibe, Kurdayetiyeke berfireh bikin, hun hemû, li bin çetra Kurdayetiyê de kar bikin, rêz û îhtîram ji bo hizbayetiyê û hizbên we û ji bo we hemûyan, lê bi hizbayetiya tesk û teng hunê vê derfetê ji dest bidin û em jî nikarîn tiştekî ji bo we bikîn. Ji ber wê yekê careke din wekî birayekî we wekî Kurdek, hêviya min ewe heta rewşa Suriye diyar bibe, xwe ji hizbayetiya teng dûr bêxin û xîlafatên navxo hemûyan bi cîh bihêlin, berev paşarojeke rewşen biçin û em di wê baweriyê da ne bi hêviya xwedê dê destkeftên mezin ji bo we jî bidest bên. 

 

Her bi vê helkeftê min divêt balbikşînim li ser wê yekê ku her di vê salê de emê kongreyeke berfireh ya hemû hêzên Kurdistanî li her vî cihî encam bidîn û mebest jî ewe em yek xîtaba Kurdistanî belav bikîn bo wan hemû milletên ku em pêkve dijîn, bo cîhanê jî, em milletekî aştîxwazîn, di dîrokê de xedreke mezin li vî neteweyî hatiye kirin, em têdigihîn ku îro em çi rastiyeke dene, û ne mumkune em dev ji xebata xwe berdin lê xebateke aştiyane û xebateke demokratîk xebateke bi diyalogê. Ew zeman çû înkara hebûna Kurd bête kirin, zemanê çekê jî çû. îro zemanê mantiqe, zemanê aştiye, zemanê demokratiyetêye, zemanê pêkvejiyanêye, zemanê rûpeleke nû ye li navbera milletan de. 

 

Em mebesta me ji vê kongreyê ewe em destê birayetiyê û aştiyê dirêjbikin bo birayên me yên Ereb û Tirk û Faris ji bo cîhanê jî bibêjîn, em milletekî aştîxwazîn, ne bi şer û çek, belku bi mantiq û bi awayeke aştî emê berdewambîn li ser xebata xwe û daxwaza mafên xwe bikin. 

 

Min nevêt ez zêdetir dema we bigrim, careke din hun hemû bixêrhatin, serçavan, hun hatine mala xwe, hun hatine nav kesukarên xwe, hêviya serkeftinê ji bo kongreya we dixwazim û hun her bijîn, û her bijîn bo Kurd û Kurdistan...         

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Axavtina serokê Kurdistanê di kongreya kurdên Rojava da
  Bi navê Xwedayê mezin û dilovan! Xuşk û birayên xweştivî! Amadebuyên birêz! Hun hemû bi xêrhatin serçavan! Hun hatina mala xwe û welatê xwe!  Îro, Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê şad ...
Kongreya Netewî û BDP
Eve demeke gelek dirêje pirsa kongreya Netewî di rojeva tevgera azadixwaz a kurd de ye. Piştî îstiqrarbûne rewşa herêma Kurdistanê li Başûr û vê yekê ...
Tawanbariya li himber hev zererê dide pêvajoya siyasî guh bidin peyama Barzanî
Eve demeke di navbera hinek rêxistin û kesayetên kurd de rexneyên gelek tund têne kirin. Taybetî piştî vegera siyasetmedarê kurd Kemal Burkay, awayê vegera Burkay ...
Serokê Kurdistanê li gel kurdên Suriyê civiya
Îro dûşem 28/11/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel Endamên Serkirdayetiya Encumena Nîştîmaniya Kurdên Suriyê re civiya. Li vê civînê de 11 aliyên siyasî û 11 nûnerê dinê serbixweyê çîn û tuwêjên cûda cûdayên civaka Kurdên wî welatî pêkhatibû....
Civîna opozisyona Suriye li Stanbulê destpê kir
Îro li Stanbulê civînek girîng ya tevgera opozistina Suriye pêktê. Li ser daxwaziya wezaretên dervê yên Amerîka, Tirkiye û Qatar îro li bajarê Stanbulê Tirkiye ...