CîhanPolîtîk

Washington Times: Dostê sitratejîk ê herî nêzîkî Amerîka, Kurdistan e

Rojnameya Washington Times a Amerîkî di mijareke taybet de bi dostên sitratejîk ên Amerîka li Rojhilata Navîn, dinivisîne, dostê herî nêzîk li Rojhilata Navîn ji Amerîka re, Kurdistan e û Kurdan rolekî gelekî bi bandor li navçeyê lîstine.Bûyerên siyasî yên li navçeyê nîşanî cîhanê dane ku Rojhilata Navîn, Herêma Kurdistanê di 25 salên borî de, kedeke mezin ji bo aramiya navçeyê û ji bo jinavbirina terorê û cîbicîkirina bingehên demokrasiyê, kiriye.Jibilî ku Herêma Kurdistanê niha li cîhanê wek tekane hêz ku DAIŞ jinav bir, tê naskirin, herwiha Kurdistanê pêkhateyên olî û neteweyî jî parastine û nêzîkî 2 milyon koçberan xwe avêtine mala Kurdistanê û Kurdistanê jî ew hewandine.Ev serkeftinên Kurdan li Rojhilata Navîn di rojnameya Washington Times de cih girtine. Di destpêka wê mijarê de, hatiye nivîsandin ku îsal 25 sal bi ser yekem hilbijartina parlamento û Hikûmeta Kurdistanê derbas dibe û tîne bîra cîhanê ku çawa Amerîka û hevpeymaniyên wê yên Ewropa di sala 1991ê de Herêma Kurdistanê parastin ji destê rêjîma Iraqê û ji wê demê de û heta niha Kurdistan ber bi nirxên demokrasiyê ve diçe.Rast e ew rojnameya Amerîkî behsa parastina Herêma Kurdistanê ji aliyê Amerîka û hevpeymaniyên wê ve dike, lê tê zanîn jî ku Kurd bi destê xwe gelek ked û xebat ji bo azadiyê kirine, ku ji encama çendîn şoreşên mezin gihîştin roja Raperînê di sala 1991ê de û karîn rêjîma Beis bişkînin û wê neçar bikin îtîrafê bi mafê Kurdan bike û bi vê yekê Kurdistan azad bû. Hevdem di şerê li dijî DAIŞê de, Hêzên Pêşmerge pir bi mêrxasî rûbirûyê wan terorîstan bûn û wek Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di gotarekê de li Parlamentoya Ewropayê de got, Hêzên Pêşmerge karîn 30 hezar kîlometir ji axa Kurdistanê ji destê DAIŞê rizgar bikin û 15 hezar DAIŞî jî tê çûn.Washington Times di wê mijara xwe de mîşan dide ku salên 90an de Amerîka Kurd ji êrişên Sedam Husên parastin, herwiha pişgiriya Kurdan kir di Iraqa piştî Sedam de jî. Herwiha sala 2014ê dema DAIŞê berê xwe da Iraq û Herêma Kurdistanê, Amerîka dîsa Herêma Kurdistanê parast û niha jî berdewam e li ser alîkariya Kurdistanê.Niha pêdviya Amerîka bi dostekî sitratejîk li Rojhilata Navîn heye, ew dostê sitratejîk jî Kurdistan e, ji ber ku bandora Kurdan li ser bûyerên navçeyê zêde ye.Washington Times di wesfê Herêma Kurdistanê de nivîsandiye, Herêma Kurdistanê dikeve dilê Rojhilata Navîn, ne tenê hewcebûna Amerîka bi dostayetiya Kurdistanê heye, lê belê Amerîka gelekî jî hewceyî Kurdistanê ye. Kurd dê roleke mezin bibînin di çareserkirina pirsgirêkên navçeyê de, lewma jî dostê sitratejîk ê herî nêzîkî Amerîka, Kurdistan e.

Back to top button