Civak

Werin Berfa Çirava Botan!

Li bajaroka Dihê ya bajarê Sêrtê salane li havînan xortên deverê li ser pişta ker û hespan berfa çiyayê Çiravê kom dikin û tînin li nava bajaroka Dihê bi nirxeke erzan difroşin.  Çiyayê Çiravê ku li devera Botane û nêzîkî 10 kîlometir ji nava bajaroka Dihê dûre havînan jî berfa wê çiyayê bilind dimîne û xortên deverê jî wê berfê wekî dahateke rojane ji bo xwe bikartînin û wê berfê li nava bajar û bajarokan difroşin.  Xortên deverê berfê çi nava dol û şikeftên çiyayê Çiravê bi perçeyên 50 kîloyî têxin nava telîsan û tînin nava bajar û bi 80 lîreyê tirkî difroşin. Hemwelatiyên Dihê jî vê berfê têxin nava doşav û difs an jî di nava dewê de nikartînin.IMG_7426

?
?IMG_7381IMG_7385IMG_7391IMG_7410IMG_7423
Back to top button