Dosya

Wezareta navxwe rastiya bûyerên Xanesorê zelal dike

Wezareta navxwe ya hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bûyerên Xanesorê a ser bi nahyeya Sinonê li devera Şingalê di daxuyaniyekê de rastiya qewmîna wan bûyeran zelal dik û tekîd dik eku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tu awayî naxwaze pevçûn çê bibin û daxwazê ji PKKê dike ku bi aqilane tevbigere.Ev li jêr teksta daxuyaniya wezareta navxwe:Li ser bûyerên îro (14.03.2017) li Xanesorê a ser bi nahyeya Sinonê li tixûbê Şingalê, em raya giştiya Kurdistan û derve li ser van xalan haydar dikin:1- PKK bi awayekî pîlaneke amadekirî li ser çêkirina tevlîhevî û aloziyan li deverê bi îsrar e. Li wê deverê, PKK, bi berdewamî hêzrên hikûmeta Herêma Kurdistanê îstîfzaz dike û bi her awayî dixwaze pevçûn biqewimin.2- Ji bona bi cîkirina pîlana xwe, ev çend rojin PKK xelk û hêzên xwe yên çekdar ji deverên Hesek, Dêrk û deverên din yên Kurdistana Suriyê li devera Şingalê bi cî dike û rojane pirsgirêk û aloziyan dirust dike.3- Her di vê çarçoveyê de, îro (14.03.2017) hêzên PKKê xwestin êrîşî ser hêzên fermiyên hikûmetê li devera Xanesorê bikin, lê polîsê medenî hewil da rewşê kontirol bike û pevçûn çênebe.4- Em tekîd dikin ku her tişta di bûyerên îro de rûdabe bi destê wan bûye û polîsê medenî ku hin ji wan jî birîndar bûne, bi tu awayî ji qewmîna wan bûyeran ne berpirs e. Bi tenê PKK ku bi enqest dixwaze hindek ji êzidiyan bike amûrê pîlana xwe ya bi qirêj, berpirs e.5- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tu awayî naxwaze rûbirûbûn û pebçûn çê bibin û daxwazê ji PKK dike aqilane tevbigere.Wezareta Navxwe ya Hikûmeta herêma Kurdistanê14.03.2017

Back to top button