Vîdeo

Wezareta Pêşmerge:Em naxwazin xwe bi tiştên biçûk xwe mijûl bikin

 Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva gefên serkirdeyê PKKê Riza Altun dide û hêvî dike ku ew daxuyanî tenê yê wî be, ne ya PKKê bi gistî be.Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altun, di hevpeyvîneke xwe de ragihandibû, ew ti sînoran nas nakin û ewên Başûrê Kurdistanê bikin meydana şer.Berpirsê Ragihandin û Rewşenbîrî yê Wezareta Pêşmerge Helgurt Hikmet ji K24ê re ragihand,  “Hêvî dikin ku ew tenê daxuyaniya wî wek kes be, ne helwesta PKKê be. Pêşmerge hêza fermî ya Herêma Kurdistanê ye, niha gelek erk û karên girîngtir li pêşiya me ne, em naxwazin xwe bi van tiştên biçûk xwe mijûl bikin.”Wî berpirsî PKKê gefa teqandina boriyên petrolê yên Herêma Kurdistanê dixwe, bo rê li bazirganiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de bigire.Mamosteyê Zanîngehê Erşed Taha dide zanîn ku ji sedî 95 ji dahatûya Herêma Kurdistanê ji firotana petrolê ye û yê ku ziyanê ji vê yekî bibîne xelkê Kurdistanê ye, ne partiyên siyasî ne. Erşed Taha ji K24ê re dibêje: “Jiyan û debara xelkê Herêma Kurdistanê ji pişt hinardekirin û firotana petrolê ye, heger nakokiyên partîtî di navbera partiyên Bakur û Başûrê Kurdistanê de hene, bila bi rûmetî wê nakokiyên xwe bikin, ne li ser hesabê jiyan û debara xelkê Kurdistanê be.”https://youtu.be/KktvHSMA8RM 

Back to top button