Dosya

Wezareta Pêşmerge: Em li nav axa xwe azad in

Peyvdarê wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de dibêje ku Pêşmergeyê Kurdistanê li nav axa başûrê Kurdistanê azad e û her dev deverekê bixwaze dikare hêzên xwe bilivîne û bixe tevgerê.Helgur Hikmet behsa pevçûnên navbera pêşmergeyê Roj û çekdarên PKKê li devera Sinuna ser bi Şingalê dike û dibêje ku roja 2ê adarê pêşmergeyê Kurdistanê li devera Sinunê piroseke leşkerî ya normal bi cî dikin lê ji aliyê grûpeke çekdarên PKKê pêşî lê hatgiritn û pervçûn di navbera wan de çê bûn:- Hêzên pêşmergeyê Kurdistanê li nav axa Kurdistanê azade û li ku devereke bixwaze dikare tevbigerin û pêşmergeyê Kurdistanê tu carî û destûrê/îcazê ji tu kes û aliyan wernagire.Wezareta pêşmerge dibêje wezîfeya pêşmergeyê Kurdistanê rizgarkirin û parastina hemû başûrê Kurdistanê ye û ew naxwazin şerê tu aliyên din bikin.

Back to top button