Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê digel Xalid Ubeydî wezîrê parastinê yê hikûmeta Îraqê civiya û pirsa azadkirina Mûsilê gotûbêj kir.Wezîrê parastinê yê hikûmeta Îraqê, serkeftina operasyona azadkirina Şingalê ji aliyê pêşmergeyê Kurdistanê ve li serokwezîr û tevaya xelkê Kurdistanê û bi taybetî li xelkê Şingalê, pîroz kir û ew serkeftin bi serkeftina hemû Îraqê wesif kir.Rewşa leşkerî li bereyên cenga dijî terorsîtên DAÎŞê li herêma Kurdistanê û deverên din yên Îraqê û giringiya hevkarî û hevahengiya berdewam di nevabera hêzên pêşmergeyê Kurtdistanê û sopayê Îraqê de dupat kir û di vî warî de serokwezîrê Kurdistanê amadeyîya herêma Kurdistanê nîşan da ku hevkarî û hevahengiyê digel saziyên leşkerî û aliyên peywendîdarên Îraqê bike.Pilna azadkirina bajarê Mûsilê ji bin destê terorîstên DAÎŞ di civînêd e hat gotûbêj kirin û behsa amadekariyên operasyona rizgarkirina bajêr ku di warê leşkerî, siaysî, êkonomî û bazirganî de dê bandoreke mezin li ser aboriya Îraqê û herêma Kurdistanê hebe, kir. Serokwezîrê Kurdistanê piştgiriya herêma Kurdistanê ji bo pilana rizgarkirina Mûsilê nîşan da û got ku rizgarkirina bajarê Mûsilê ji bo Îraqê û herêma Kurdistanê giring e.Her du aliyan behsa rol û beşdariya aktîv a Amerîkayê û welatên hevpeymanan di şerê dijî terorîstên DAÎŞ de kir û tekîd li ser giringiya beşdarîkirina hevpeymanan di operasyona rizgarkirina Mûsilê de kir.Rewşa siyasiya Îraqê û herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, aramiya siyasî û pêşkeftina herêma Kurdistanê dilrehetiyê dide tevaya Îraqê bi tyabetî pirosesa siyasîya Îraqê.
Pêş
18/04/2024
Rêber Ehmed: Li Herêma Kurdistanê rêxistinên terorîst tunene
18/04/2024
Erdogan: Emê di nava rêxistina xwe de guhertinên pêwîst bikin
Balkêş e ?
Close