Civak

Xeleta Cejnê û Mizginiya Aşitiyê

1ê Îlonê îsal, her usa roja yêkan a Cejna Qurbanê ye.Pir mixabin li hinek navçeyên cihanê îro jî mirov bi taybetî jin û zarok dibine qurbanê şerê olî, mezhebî, ku tenê di xizmeta kedxwaran, çinên serdest û emperyalistan da ne.Gelanê Rojhilata Navîn di zirufeka gelek xirap û aloz da pêşwaziya 1ê Îlonê û Cejna Qurbanê dikin.Şer û pevçûn di Rojhilata Navîn bi taybetî, li İraq û Suriyê roj bi roj qonaxeka xeter diçe, metirsiya şerê mezhebî roj bi roj kûrtir dibe.Sedema serekî ya vê rewşê, rejimên xwinxwar û diktatorên herêmê ne.Rejim û diktatorên navçe, herweki berê îro jî bersiva daxwazên rewa yên gelan bi tundûtijiyê didin, bi tank û top êrîş dikin ser gelên bindest, ku ji bona azadiya welatê xwe xebat dikin.Karbidestên navçêyê pê li ser sistemên siyasî, ku li ser înkar kirina hemû deng û rengên herêmê hatine ava kirinê.Tixubên dewletan, ku bi binpê kirina vîna gelên bindestên navçe ve hatine destnişan kirin, her berdewam e, ku ev yêka hanê sedema bingehîn a aloziya herêmê ye.Îro bo navçeyê aşitî ji her demî pirtir pêwîst e.Lê belê heya, ku pirsa Kurd li Tirkiyê, Îran û Suriyê, ku dewletên girîngên navçe ne, li ser bingeha wekheviyê neyê çareser kirinê, aşitî, aramî û asayiş li Rojhilata Navîn cigîr nabe.Bona vê yêkê her hewl û cedandina aşitî, cext li ser mafên rewa yên gelê Kurd neke, nikare serkeve.Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, ku hertim xwastiye, ku kêşêya Kurd bi rêka aşitiyê were çareser kirinê, banga hemû rêxistinên navnetewî û dewletên Rojava dike, piştgîr û alikarê xebata rewa yê gelê Kurd bin.PSK, her usa banga hêz û dewletên hanê dike, ku piştgiriya Hêrêma Kurdistanê bikin, ku xwe bo encamdana rapirsiyê amade dike.PSK banga dewletên navçe û Rojava, banga dem û dezgeyên navnetewî dike, ku rêz li vîna gelê Kurd, ku paş rapirsiya 25ê Îlonê wê derkeve holê, bigrin. Ji ber ku heya rêz li vîna gelê Kurd li Basurê neyê girtin, proseya cigîr kirina aşitî û aramî li Rojhilata Navîn sernakeve.Aşitî ji bona gelê Kurd û Tirk jî pêwist e.Ji bona, ku êdi xortên Kurd û Tirk nebine qurbanê şer û pêvçûnê;Divê PKK bê qeyd û şert agirbes rabigihinê,Divê hikumeta AK Parti, Rewşa Awerte û sistema Biryarname di Hukmê Qanunê da (KHK) betal bike, zirar û ziyanê qurbanên OHAL û KHK qarebo (tazmîn) bike,Divê hikumeta AK Parti, bona çareserkirina pirsa Kurd bi rêka aşitiyê gavan bavêje.PSK di 1ê Îlonê û roja yêkan a Cejna Qurbanê da, li Myammarê jenosida Mislumanên vê welatî protesto dike, daxwaz ji Yêkitiya Milletan û dem û dezgeyên navnetewî dike, ku li hember jenosida hanê dengê xwe bilind bikin.PSK ji hikumeta AK Parti û PKK daxwaz dike, ku zimanê tundûtijiyê berdin, rêka diyalog û aşitiyê bigrine ber xwe daku çu kes nebe qurbanê şer û pevçûnê.PSK carekî dine sistema KHK û Rewşa Awarte Mehkum dike daxwaz dike, ku herçi zûtir bêne betal kirinê.PSK banga hemû rêxistinên Kurd dike, ku bi rêya diyalog û giftugo pirsgîrêkên nava xwe û navxweyî çareser bikin.PSK piştrast e, ku proseya rapirsiya 25ê Îlonê wê biserkeve û bibe xelata cejnê û mizginiya aşitiyê.Cejna Qurbanê, bi taybeti li Mislumanê Kurd, bi giştî li hemû Mislumanan pîroz be.Serketiyên şer û binketiyên aşitî tune ye!Bijî 1ê Îlonê Roja Aşitiya cihanê!31 Tebax 2017Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK  

Back to top button