Nivîsar

Xiyanet çîye û kî xayîne?

Wek her tiştekî di jiyanê de, di pêwendiyên siyasî de jî hinek pîvan hene. Dema aliyek wan pîvana pêk neynê pêwendiyên heyîn ne rastin û tu feydeyê jî nade aliyekî. Ji ber ku dawiya van pêwendiyan her xusare û zererê dide.Li vêderê dixwazim biçekî behsa pêwendiyên navbera PDKê HDPê bikim. Ez baş dizanim ku pêwendiyên li gel HDPê di heman demî de li gel PKKê ye jî. Herdu alî ji hev nayên veqetandin. Lê li gora realita pêwendiyên heyin behsa PDKê û HDPê dikim.Ev herdu alî dema eşkere hev dibînin, hevdîtinên wan dibe babetek yê medyayê û medya kurdî û ya welatên herêmê jî behsa van pêwendîyan dike. Gelek cara HDP wek partî û hinek parlementerên HDPê sardana Kurdistana Başûr dikin û li gel berpirsên PDKê û desthilata Kurdistanê hevdîtina dikin.Herweha dema serokê Kurdistanê û berpirsên PDKê sardana Tirkiye dikin her care hinek parlementerên HDPê re hevdîtina dikin.Lê di van pêwendiyan de tiştek heye ku rast nameşê. Piranî jî ev yek ji helwesta parlementer yan jî berpirsên HDPê tê pêş.Herî dawî dema serokê Kurdistanê serdana Enqere kirî , serokê şaradariya berê yê Mêrdînê Ahmet Turk û serokê şeredariay Agiriyê Siri Sakik qebûl kir. Piştî hevdîtinê Turk û Sakik gelek daxûyaniyê erênî dan medyayê.Lê dema bûyera Şingalê bûyî HDP, PHD û KCD daxûyaniyek hevbeş li Diyarbekir çapemeniyê û gotin : “ Ev êrîş dide xûyakirin ku Barzanî û dewleta Tirk li hevkirine.Em bangî birêz Barzanî dikin divê di cihde şûnve vekişin.“Di berdewamiya daxûyaniyê de hate gotin: “ Dema hêzên kurdistan dagir kirîn li himber berxwedana gel dikevin tengasiyê,li gel kurdên ku xwe firotî xiyanetê têxin rojevê. Ev xiyanet cardin bi êrîşa li ser êzidiya derket holê. Em êrîşên PDKê û AKPê li Rojava û Şingalê şermezar dikin.Di vê civîna çapeniyê de, hevseroka KCD Leyla Gûven, Cîgirê hevserokê PHD Gûlcîhan Şimşek û serokê Gruba HDPê di parlementoyê de Ahmet Yildirim û parlementerê HDPê yê Entabê Mehmut Tugrul amade bûn.Başe ji berî çend roja Turk û Sakik Barzani dibînin û behsa hinek tiştên erênî taybetî behsa rolê Serokê Kurdistanê dikin, lê piştî çend roj din, wan bi xiyanetê itham dikin. Turk û Sakik endamê van partiyane. Lê li himber daxûyaniyên partiyên xwe yên bi kîn û qirêj jî bê deng dimînin.Ev di etika siyasetê de tuneye.  HDP û dezgehên din yên PKKê ve girêdayî mecbûrin siyaseta PKKê rêve bibin. Her aliyek Kurdistanê vê yekê dizane .Di vê derbarê de rexna min ne tenê li HDPê û grub û dezgehên wane, ez PDKê jî di vê derbarê de rexne dikim. Helwesta PDKê tê istiklal kirin. Siyaseta xelet û çewt ji vê yekê feydê dibîne.PDK îro barek giran daye ser milê xwe, prosesa serxwebûna Kurdistanê rêve dibe pêşkêşîya vê prosesa dîrokî dike. Lê PKK li gel hemû alî û hevalbendên xwe li dijê prosesa serxwebûnê ye.Di vê pêvajoyê de, pîvana dostaniyê pişgirî û dijderketina ragihandina dewleta Kurdistaniye. Îro li Başûrê Kurdistanê mercên ragihandina dewletê heye û pêvajo destpêkiriye. Xiyanet ewe ku mirov di vê rêyê de bibe asteng û şerê serxwebûna Kurdistanê bike.15.03.2017Dara Bilek

Back to top button