Nûçeyên Kurdistanî

Xwendayên Nexwendî

Xwendayên Nexwendî

Şerefxan Cizirî

Di zimanê Kurdî de têgeha nexwendî, bi wateya mirovên ku xwendin û nivîsandinê nizanin, tê bikaranîn. Di zimanê Ewrupî de ji kesan wilo re dibêjin; analfabet. Ango mirovên ku qet xwendin û nivîsandinê nizanin. Li ser mirovên ku xwendin û nivîsandinê nizanin, pirsgirêkên wana, taybetmendî, kesayetî û çareseriyê pirsgirêkan gelek lêkolîn hatine kirin. Di vê tevgirêdanê de yek ji wan perwerdekarê navdar Paulo Freire ye. Di pirsa perwerde de û li ser ve kategoriya hane Paulo Freire gelek dîtinên balkêş pêşkêş kirine…
Paulo Freire bêtir li nava gundi û cotkaran kar kiriye û tecrube, model û daneyên wîna bi taybetî ji rastiyên Emerika Latin hatine hilbijartin. Freire bi pirtûkên xwe yên ku bi navê Pedagojiya Bindestiyê, Azadîya Bindestan û pirsgirêkên perwerdekariye hatiye naskirin.
Lê pirsa ku ez dixwazim li ser rawestin ne pirsa mirovên analfabet e. Ez dixwazim li ser pirsa mirovên xwende ku di helwesta xwe de nexwendî ne rawestim. Belê, Xwendeyên nexwendî! Olperestên bê ol! Meleyên zinekar! Kurdên ne Kurd!
An jî Kurdekî çeqilmast e!
Perwerdekirina mirovên wilo ji perwerdekirina mirovên analfabet gelekî dijwartire û ev perwerde bêyî pevçûneke entelektuelî nikare biser bikeve. Ev pevçûn divê li ser têgehên aqilî, helwestên makûl û pîvanên zanebûnê were meşandin. Pirsgirêka helî mezin di vir de qelsî û tunebuna zanebûne ye. Mirovekî ku xwendayê nexwendî ye beri tiştî nezanekî ji xwe razîye û xwe weke navenda her tiştî dibîne. Gotineke Swediyan heye, dibêje; Ne masîye û ne jî çûk e! Ango tiştekî nîvçe ye. Ne di nava derya û avê de ye û ne jî di reşayê de ye. Ne li hewaye û ne li erdê ye. Ne mirovekî biaqile û ne ji mirovekî bêaqile. Ne kevoke û ne jî başoke ye. Zimandirêje lê tiştekî jî bi rêk û pek nizane.
Ne miriyê û ne zindî ye.
Bi hemû hebûna xwe ve nêvcî ye. Him nezane û him zane ye! Hertim li bendî kurtêlan û sifra hazir e. Azadiyê weke quretiyê dinirxîne û demokrasîyê jî weke leyistika zarokan dibîne…
Li ba mirovên wilo prensîbên bingehîn tune ne. Stratejî û projeyên pêşêrojê qet li ba wana tune ne lê ew hosteyên taktikên rojane ne. Ji fitne, fesadî û paşgotinîyê re gelekî jêhatine. Bi tevahî siyaseta gundîtiyê dikin. Sîyasetê ji bona sîyasetê û kurtêlan dikin, ne ji bona welatekî, ne ji bona dozekê. Baş dizanin şabaşan bikin. Li gora rewşê quretiyan dikin, xwe weke qîtana Hemedanê nîşan didin lê pir bi erzanî tevger dikin.
Ev mirovên wilo zanin baş derewan bikin û hergav li ser keda hevalan xwe jî bilind dibin. Di bingeh de dizîye dikin, merdiyê ji kişî hinekên din dikin lê xwe weke dilxwaz û kedkarên dozê nişan didin. Bi helwesta xwe ya sîyasî ketinê şûna axayan, di pratikê de jî axatiya sîyasî dikin, lê xwe weke mirovên makûl û modern nişan jî didin. Qala nirxên netewî dikin lê dilê xwe dibîjînin ziman û jiyana dagirkerên welatê xwe. Dibin navê gelek têgehên vala de, têgehên ku weke lastikê ne, Kurditiya xwe vedişêrin û kozmopolîtîzmekî bêser û ber pêşkêş dikin…
Li ser wan mirovên ku di bingêhê xwe de xwendayên nexwendî ne, mirov dikare gelek taybetmendiyên din jî bîne ziman. Xwendayên nexwendî dikare di nava civatekê de rahêje hêkekê û bi quretiyeke gelekî vala bibêje; ez ji nava hemû fêkîyan, bi rastî gelekî hej hêka dikim! Nizane ku hêq ne fêkiye! Hina ev dîtina xwedî nirxekî bilind! baş safî nebûye, wê xwendayên nexwendî dîsa bibêjin; marmasî di nava çîyayê Kurdistanê de bi azadî û serbilindî dijin! Nizane ku marmasi di nava avê de dijin, ne li ser çiyan!
Ji ber ku şaristanîya Kurdistanê hemû curê tebayan dihewîne nava kultura xwe, dibêje! Ango hevokên bêser û ber pêşkêş dike. Yek ji van xwendayê nexwendî dikare di dilê xwe de bihêsanî bibêje; heke ez xwe ji ber Kurdistanê bidim alî, kevir li ser kevir namîne! Wê Kurdistan têk here! Lê di rastiya civatî û siyasî de hayê tu kesan ji vî xwendayê nexwendî tuneye! Ew xwendayên nexwendî gelek caran Kurdistan û Kundirîstan tevlihevdu dikin. Şebeş û kundiran jî datînin cem hevdû û dibêjin; goştê berxan pir xweş e!..
Û di govenda siyasetê de sergovendiyê jî dike!
Xwendayên nexwendî di rastiya civatî û siyasî de qerpaleke lê hayê wîna ji wî tüneye!
Bi rastî divê mirov ji wan mirovan re ji dil û can bibe alikar!

 

1 Comment
  1. Birêz Cizîrî,

    Ji kerema xwe tu dikarî ji me re zelaltir bibêjî ka gelo ew kî ne, xwendayêb nexwendî?

    Li ser axa me, navekî wan, partîyek an jî serokekî wan heye?

    Rica dikim, ji me re destnîşan bike. Wilo di ser re, veşartî em li ber nakevin.

    Sipas.

Nerîna min :