Nûçeyên Kurdistanî

Yê ku ji heman pêvajoyê zerar dît gelê kurd bû

Yê ku ji heman pêvajoyê zerar dît gelê kurd bû

Ahmet Gülabi DERE, bersiva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: Tevgerên siyasî yên Kurdan bersivê nadin daxwazên nûjen yên rewşenbîran.

Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.

  1. Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?

      2. Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?

      3.Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike  dê çewa be?

Bersiva Gûlabi Dere:

Silav Ji we re jî,

Beriya her tiştî ew pêvajoya “pêvajoya çareseriyê” ku ji aliyê AKP’ê ve hatibû destpêkirin ne ciddî bû. AKP’ê dixwast bi rêya heman taktîkê Kurdan bikişîne gel xwe. Di aliyê dinde tevgera kurd jî dixwast heman pêvajoyê jibo berjewendiyên xwe yên taktîkî bikar bîne. Lewre heman pêvajo nemeşiya û encamekê neda. Li gorî min, çi AKP be û çi jî tevgera kurd be, her duyan jî ji heman pêvajoyê sudwergirtin. Yê ku ji heman pêvajoyê zerar dît gelê kurd bû.

Vê demê AKP mesajan dide ku carekê din pêvajoyekê weke ya borî destpê bike. Lêbelê eger tevgera kurd weke dema borî nêzîk bibe wê ev car jî bibe weke ya derbasbûyî.

Weke tê zanîn di sala 2019’an de li Tirkiyê hilbijartin hene. Wusa tê dîtin ku AKP dixwaze ji naha ve amadekariyên xwe bike. Lewre pêdiviya wê bi alîkariya Kurdan heye. Wusa dixûyê ku AKP dixwaze carekê din pêvajoyekê bi navê “Pêvajoya Aşîtiyê” dest pê bike. Lêbelê bi awayekê din ew nabe pêvajoya aşîtiyê, di rastiyê de wê bibe pêvajoya piştgiriya AKP’ê.

Bi siyaseta heyî ya AKP’ê pirsgirêka kurd çareser nabe. Herwiha bi nêzîkatiya heyî ya tevgera kurd jî heman pirsgirêk çareser nabe. Divê siyaset û nêzîkatiyên nû bên afirandin daku ji pirsgirêka kurd re çareseriyekê rast bê dîtin. Jibo vê yekê jî divê li Tirkiyê siyasetekê nû bê meşandin. Lêbelê ne rewşa Tirkiyê û ne jî AKP ji heman tiştî re amade nîn in. Hemû armanc û daxwazên AKP’ê ew in ku ew heya 2027’an liser desthilatdariyê bimîne.

Di aliyê din de divê di nava Kurdan de jî nûjeniyekê bê afirandin. Jibo vê yekê pêwîstî bi hevkariya hemû Kurdan heye. Yanê divê hemû hêz û tevgerên kurdan li dora yek stratejiyekê û heman daxwazan bicivin û bihev re kar bikin. Divê daxwazên Kurdan jî li gorî rastiya Tirkiyê û herwiha ya hemû Kurdan bin daku ji aliyê pirraniya gelên kurd û tirk ve û herwuha ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve bê destek kirin.

Lê mixabin, eger wusa dewam bike, diyar e ku hemû tevger, rêxistin û hêzên kurdan li dora yek stratejiyê û heman daxwazan nayên gel hev. Her tevger, rêxistin û hêz li gorî berjewendiyên xwe yên teng tevdigerin. Yanê ‘hebena me bena’, (hemû tişt ji min re).

Îro di nava Kurdan de parçebûnekê fireh heye. Li dora tevgerên siyasî zêde rewsenbîr û zanyar namînin. Bi awayekê din tevgerên siyasî yên Kurdan bersivê nadin daxwazên nûjen yên rewşenbîran. Lewre di nava rewşenbîrên kurd de jî yek nêrînekê tine. Pirraniya rewşenbîrên kurd li gorî berjewendiyên derdorên xwe yên herêmî û malbatî tevdigerin. Jibo pêşeroja gelê kurd ev xeteriyekê ye.

 

Silav û rêz

Ahmet Gülabi DERE

 

 

Nerîna min :

Îro