CîhanCivak

Yekem cara di dîroka Iraqê de

Di dîroka Iraqê de bûyerek girîng qewimî. Banka Navendî ya Iraqê dest bi çapkirina diravên ku li ser kurdî jî tên nivîsandin, kir.Banka Navendaî ya Iraqê îro (19ê Mijdarê) diraveke 500 dînarî ya nû xist bazarê ku li ser wê diravê, jibilî erebî, kurdî jî hatiye nivîsandin.Li ser wê diravê, Banka Navendî ya Iraqê bi kurdî li aliyê jorê û li jêrê jî 500 dînar bi kurdî hatiye nivîsandin.Parlamentera kurd û endama Lêjneya Aborî ya Parlamentoya Iraqê, Necîbe Necîb ji Rûdawê re got, Banka Navendî ya Iraqê ev kar ji ber guvaşa endamên kurd ên Parlamentoya Iraqê kiriye û got, êdî çi diraveke nû were çapkirin dê li ser wan diravan kurdî jî were nivîsandin.Necîbe Necîb her wiha got, çapkirina dirava 100 hezar dînarî jî hatiye pesendkirin ji ber wê jî Banka Navendî niha mijûlî wê ye wê diravê bide şîrketeke biyanî da ku çap bike.Wê parlamentera kurd diyar kir ku dê li ser wê diravê jî zimanê kurdî hebe.Çend roj berê Banka Navendî ya Iraqê dirava 50 hezar dînarî jî xistibû bazarê.Li Iraqê, zimanê kurdî jî mîna zimanê erebî zimanê fermî ye. Rudaw

Back to top button