Polîtîk

Yekîtiya Ewrupa helwesta Barzanî bilind dinirxîne

Îro dûşem 27.07.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Christos Stylianides Komîserê Bilindê Yekîtiya Ewrûpa yê Karubarê Mirovî û Birêvebirina Qeyranan û xanim Jana Haypeskova Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de Serokê şandê xweşhaliya xwe ya serdana Kurdistanê û hevdîtina Serok Barzanî ragihand û vê hevdîtinê bi dîrokî da zanîn û ragihand: Ji bo min cihê şanaziye bi hevdîtina we şad bûm, hatim bi navê xwe û civaka navdewletî ve spasî cenabê we û Herêma Kurdistanê bikim ku ji bilî wê rewşa nexweş ya bi sedema şerê terorîstan ve heye, dîsa jî dergehên we ji bo wan hemû koçber û lêqewimiyan vekiriye û we jiyana wan parastiye. Ji bo wê yekê serkirdayetiya we ji bo proseya bi hanaveçûna lêqewimiyan gelek bi bilind dinirxînîn.Serokê şandê her wiha ragihand: Em wekî Yekîtiya Ewrûpa Da’îş tenê bi tehdîd û hereşeyekî navçeyî nabînîn, belkû hereşeyekî navdewletiye û rûbirûbûna wê jî pêwîstî bi hevkariyekî navdewletî heye. Ji bo wê yekê rola cenabê we û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li vê rûbirûbûnê da hevkariyekî serekiye ji bo çespandina aştî û aramiya navçeyê û nehiştina wê tehdîd û hereşeya navdewletiye.Her li vê hevdîtinê de Serokê şanda mîhvan ragihand ku ji ber wê yekê ku hereşeya terorê berdewame û ziyanmendên wê hereşeyê jî berdewam li zêdebûnê daye. Pêwîste hevkarî û hemahengiya navdewletî jî ji bo bi hanaveçûna lêqewimiyan berdewam bê û li asta pêşhatan da bê. Ji bo wê yekê Yekîtiya Ewrûpa li hevkariya miroviyan û zêdetir hemahengiya rêxistinên Neteweyên Yekgirtî ya ji bo dariştina planekî hevbeş ya alîkarîkirina lêqewimiyan û rûbirûbûna fîkra teror û tundutîjiyê li nav civakê de berdewam dibe.Serokê şanda mîhvan her wiha got: Dema bîra ewe dikim ku rejîma Sedam wan hemû tawanên derbarê gelê Kurd de encam da, niha jî dibînîn ku we wan hemû koçber û derbederên navçeyên Iraqê himbêz kiriye, ji wê lêborîna mezin û dilvekiriya we sersam û ecêbgirtî dibim û pêzanînên minên zêde ji bo vê helwesta we ya mirovî de heye.Serokê şanda mîhvan balkişand li ser rûdanên navçeyê û Iraqê û ragihand ku ev pêşhat nîşana ewene ku nakokiyên kûrên neteweyî û mezhebî heye û serhildana wan kêşeyan jî bi berdewamî kêşe dirûst dike.Li beşekî dinê axaftina xwe de, Serokê şanda mîhvan di derbarê serhildana şerê li navbera artêşa Tirkiye û PKK de ragihand: Em bi tevahî piştevaniya helwesta cenabê we dikin ku we daxwaz kiriye hemû aliyek vegerin ser rêya diyalogê û proseya aştî û bi take rêya çareseriya kêşeyan dizanîn.Di dawiyê de jî Serokê şandê daxwaz ji Serok Barzanî kir nêrîna xwe ya di derbarê bi rêkkeftina Îran û welatên 5+1 ji bo şandê rû bixe.Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û spasî nirxandin û helwesta wan ya di derbarê Herêma Kurdistanê kir û wê yekê xisterû ku bi yarmetiya hêzên hevpeymanan, Pêşmerge kariye terorîstan têkbişkîne û wan ji zêdetirê navçeyan derxistin, lê belê li gel wê yekê jî Da’îş hê jî hereşeye û pêwîste li ruyê fikrî ve jî li dijî terorîstan rawestîn û daxwaz jî kir ku civaka navdewletî bi awayeke cîddîtir bîr li rûbirûbûna diyardeya terorê bike û kar li ser nehiştina sedemên diyardeya tundrewî û terorê bê kirin.Di derbarê serhildana kêşeyên neteweyî û mezhebiyan jî, Serok Barzanî ragihand: Bêguman dîrokê de şaşiyên mezin heye û berdewam ew kêşeyên dîrokî serî hildidin. Niha derfetek rexsaye ji bo wê yekê ku şaşî bêne rast kirin. ji ber ku derket ku ne dabeşkirina bi zorê û ne jî pêkvejiyana bi zorê berdewam nabê.Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste Musil û ew hemû navçeyên li bin destê Da’îş da mane bêne azad kirin bo ku koçber bikarin bi dilniyayiyê ve vegerin ser warên xwe. Her li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku li berçav girtina wê yekê ku Herêm li şerekî giran daye û ev rewşa aboriya ku heye, hewandina nêzîkî dû milyon koçber û lêqewimiyên şer bar giraniyekî zêde ji bo Herêmê dirûst kiriye. Lê belê Herêma Kurdistanê şanaziyê bi wê yekê ve dike ku bûye penageha lêqewimiyan û eve beşeke ji çand û bihayên bilindên gelê me. Lê belê hejmara koçberan hinde zêde bûye ku li ser rûyê şiyanên Herêma Kurdistane û Hikûmeta Iraqê jî pêwîste wekî civaka navdewletî hengavên kirdarî bavêje. Balkişand li ser wê yekê jî ku li hinek navçeyan da Pêşmergeyên Kurdistanê canê xwe bexşîne ji bo parastina hemwelatiyên wan navçeyan, bêyî wê yekê ku bîra ewe bikin ser bi çi pêkhatekî neteweyî yan olî ne.Serok Barzanî di derbarê girjî aloziyên niha ya di navbera Tirkiye û PKK de ragihand: Bêguman şer tiştekî xerape û ewên şer dîtine dizanin şer wate kuştar û wêrankariye. Bi raya me pêwîste berî hemû tiştek şer rawestê û vegerine ser proseya aştiyê ku em gelek pêve westiyayîn.Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ev şer û nexweşiya li ser sînorên Herêma Kurdistanê rû dide û bandoreke xerap li ser Herêma Kurdistanê dibe. Ji bo wê yekê em hemû hewlek didîn vê şerê rawestînîn û hemû alî vegerin ser proseya aştiyê û her çi jî ji destên me bê ji bo vê dikîn. Niha jî metirsiyekî hevbeş heye ku şerê Da’îşe û pêwîste hemû hewl ji bo rûbirûbûna terorîstên Da’îşê bête terxan kirin.Di derbarê bi rêkkeftina Navekî(Atomî) ya di navbera Komara Îslamiya Îranê û welatên 5+1 jî, Serok Barzanî ragihand ku divê çaverêya ewe bikîn ku aliyên vê rêkkeftinê çend pêve pabend dibin. Bêgûman eger rêkkeftin bê bi cîhkirin bandoreke erênî li ser navçeyê dibe.  

Back to top button