Hevpeyvîn

Yekrêziya kurd stratejiya PDKê ye

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di hemû hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê de, li ser asta partiyên Kurdistanî partiya yekemîn bûye. PDK weke partiyeke “dewlemend” tê naskirin lê cihê ku jê biryar derdikevin, wate avahiya Polîtbûroya PDKê, avahiyeke kevn e.Beriya vê hevpeyvînê min ji Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî pirs kir a çima avahiya polîtbûroya partiyeke desthiladar û dewlemend ê weke PDKê li ciheke wiha ye? Mîranî got: “Ya giring ne şekil lê cewher e.”Piştî eşkerebûna encamên hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê, Fazil Mîranî bi serokatiya şandeke partiya xwe çû Bexdayê û li gel aliyên Şîe û Sûnnî dest bi danûstandinan kir.Di dema hevdîtina li gel Ebadî de Mîranî jê re gotibû; “Gelek kesan digot di van hilbijartinan de dê nexşeya siyasî ya Kurdistanê biguhere û PDK gelek hêz wenda bike. Lê nexşe nehate guhertin û PDK wek partiya yekemîn derket. Li ti mizgeftê jî ji bo PDKê taziye nehate danan.”Fazil Mîranî di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa destpêşxeriya partiya xwe ya ji bo komkirina partiyên Kurdistanî kir. Herwiha rêkeftina nû ya di navbera PDK û YNKê de eşkere kir. Li ser mijara postê serokomar jî axivî.Piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, dibêjin PDK hewl dide hemû partiyên Kurdistanî kom bike. We ev daxwaza xwe gihandiye kîjan partiyan?Dirûşma me “Yekrêziya Kurd” e. Ev stratejiyeke PDKê ye. Çimku em meselaya niştîmanî û neteweyî dixin pêş hemû karên xwe. Bi nêrîna me, piştî ku me nekarî em bi hev re hilbijartinan boykot bikin, divê em bi hevre bi yek lîsteyê herin Bexdayê. Me li gel birayên YNKê hevdîtin kir. Min û birêz Mele Bextiyar bi hev re li Bexdayê xwe nîşa xelkê da ku em bi hev re ne. Bi riya peywendiyên xwe me li gel hemû aliyan jî peywendî danî. Ma heta kengî ev acizî û turebûna nav partiyên Kurd dê berdewam bike? Ma çi berjenwendiya Kurdan di vê yekê de heye? Bi nêrîna me eger xwe ji me qut bikin berjewendiya wan jî têde nabe. Eger em bi hev re bin hejmara kursiyên me dibin 59 kursî. Lê eger ew bi 15 kursiyan, YNK bi 18 û PDK jî bi 28 kusiyan bi serê xwe herin Bexdayê, mixabin dê bandora her yekê li gorî kursiyên wan be. Em naxwazin hikûmet an jî Parlamentoya Iraqê li gorî kursiyan li gel Kurdan danûstandinê bike. Kurd li Iraqê neteweya duyemîn in û em şîrîkê vî welatî ne. Di bernameya me de heye em di paşerojê de li gel Iraqê danûstandinan bikin.Bersiva partiyan ji bo daxwazên we çi bû?Mixabin, me bersiveke erênî wernegirt, di heman demê de bersiva wan jî nerênî jî nebû. Him birayên Tevgera goran, him yên Komel û Yekgirtûya Îslamî, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî û yên din jî ji berpirsên peywendiyên me re gotibûn ka em tiştekî ji Komîsyonan Hilbijartinan a Iraqê bizanin paşî. Ev xeletiya Parlamentoya Iraqê bû, bi nêrîna me tiştekî nedestûrî û neyasayî bû, zêdetir helwesteke siyasî bû. Civîna 200 parlamenterên ku partiyên wan di hilbijartinan de serkeftî nebibû, zêdetir weke karvedan û bertekê bû. Ji xwe ev civîn neyasayî û nedestûrî bû, di ser de jî ew ên daxwaza dadperwerî dikirin wiha bêdadperwerî kirin. Ez fêm nakim ka çi dadperweriyek di vir de ye. Eger giliya wan ji sindoqekî li Zawîte an jî Şeqlawa hebe, ma dibe ji Xaneqîn heta Zaxoyê denganê taybetî yên pêşmerge, polîs û hêzên ewlekariyê betal bikin? Ev bertekeke siyasî ye. Min li vir tawanek kiribe çima kesekî li Helebceyê baca min bide? Lewma bi ya min ev cezakirina Kurdan e. Weke enfalkirina dengên Êzidiyan ku nedixwest in em li Mûsilê bibin lîsteya yekemîn û hatin zêdetirî 130 sindoqên dengên Êzidyan şewitandin. Dengên Êzidiyên Şingalê enfal kirin da ku ti Êzidiyeke Şingalê neçe parlamentoyê. Ev e rewşa Iraqê, Kurd jî ji hev qur bûne û pêwîstiye me bi hev heye, em bêyî hev serkeftî nabin.Hûnê careke din ji aliyên din re name bişînin?Di vê mijarê de em qet bêhêvî nabin. Çimku ev stratejiya PDKê ye. Em xwe weke xemxwarê gel dibînin, kesên din çi dibêjin êdî ew û bextê xwe. Em ji bo carekî, du car û sê caran ji vî karî nawestin. Heta em Kurdan kom bikin, ku me kom kirin jî em dixwazin bi şandeke hevbeş herin Bexdayê. Eger em hemû bi hev re bin, daxwazên me li Bexdayê jî bi hêsanî pêktên. Daxwaza me mesela şîrîkatiyê ye, rêjeya me ya di nava artêşê de ye, bûdce û yasaya petrolê ye. Di dema borî de di vê mijarê de ne sekinandina hevalên me yên Bexdayê baş bûye û ne jî parêzerên me hebûne li Bexdayê. Ne parlamentoyê kariye pêşiya binpêkirinên hikûmeta Iraqê bigre ne jî kariye nehêle bibe hikûmeteke ferdî. Bi awayeke yekalî desthilata cîbicîkar û desthilatên din jî birine. Ji ber vê li Iraqê rewş ne asayî ye. Divê bingehek hebe ku cihêkirina desthilatan desthilata hevûdin binpê nekin.Li gel YNKê li Bexdayê hûn giştine çi encaman?Ji bilî hevdîtina min a li gel Mele Bextiyar, hevdîtineke me yê din jî çêbû. Biryara sereke ev bû, ku em bi hev bişêwirin û ti aliyek bêyî aliyê din neçe Bexdayê. Ev prensîbeke baş e. Herwiha me biryar da em deriyê xwe ji partiyên din ên Kurdistanê re vekirî bihêlin. Eger me karî wan razî bikin ji xwe dê razî bibin, eger nebûn jî “Lekûm dînîkûm weliye dîn.”Bi beşdarbûna Muqteda Sedr, Eyad Elawî û Emmar Hekîm hevpeymaniyek hate ragihandin. Gelo dê PDK û YNK jî beşdarî vê hevpeymaniyê bibin? Hûn dê li gel kîjan aliyê dê bibin bereyek? Li gorî zanyariyên min Elawî ji wê hevpeymaniyê vekişiya. Bi baweriya min divê em lezê nekin. Li Bexdayê jî min got, em nehatine bikevin pey pile û paye û kursiyan. Em ji bo postên wezîr, serokwezîr û serokomar nehatine. Ji ber ku pirsgirêkên gelê me hene. Em dixwazin pirsgirêka Kurdistanê çareser bikin. Pêşniyara me weke PDK ew e, ku hemû lîsteyên serkeftî bi hevre rûnin û komîsyonekî pisporan ava bikin, bernameya hikûmeta nû amade bikin û beriya ku serokwezîrê nû were destnîşankirin, em van xalan zelal bikin. Ji ber ku ev bername ji bo gelê me pir giring e. Di vê bernameyê de ewlekarî û aramiya welat ji bo me giring e. Herwiha başkirina rewşa aborî, aştiya siyasî ya di navbera pêkhateyan de, ji nûve avakirin, vegera koçberan bo malên xwe, ku ev li ser milê hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye bargiraniyeke mezin, ev mijar tev de giring in. Ji bo Kurdan jî ya herî girin prensîba şîrîkatiyê û lihevkirine. Ew şîrîkatiya ku Iraq li ser wê hatiye binyadanîn. Duyemîn prensîba şîrîkatiyeke hevseng e. Sêyemîn meseleya pêşmerge û bûdceye. Çaremîn meselaya petrol û gazê ye. pêncemîn mûçeyên şehîd û girtiyên siyasî ye. Herwiha li ser bûdceya Kurdistanê jî rêkeftin çêbibe û were cîbicîkirin.Li ser mijara postê serokomar gelek gugtûgo tê kirin. PDK xwe weke serkeftiyê hilbijartinê û daxwaza vê postê dike. YNK jî hewl dide careke din vê postê werbigre. Gelo li ser kursiya serokomar axaftina dawîn hatiye kirin?Nexêr, me axaftina dawîn gotiye. Berî her tiştî pêwîstiya me bi çareserkirina pirsgirêkên gelê me heye. Ji ber ku ji bo gelê Kurd çareserkirina pirsgirêkan ji hemû postên Bexdayê giringtir e. Eger kêşeyên me yên li gel Bexdayê çareser bibin, ti postên me nebin jî dibe. Bi mercekî, ew ên li Bexdayê bi aqiliyetekî kar bikin û me jî weke hemwelatiyê vî welatî bibînin. Ne ku hema çi hebe bo wan be û em jî bêpar bin. Ya din, Amerîkayê berê jî daxwaz kiribû, ku Mam Celal ê Xwedê jê razî nebe serokomar. Lê cenabê Serok Barzanî got, ev daxwaza we qet nayê qebûlkirin û divê Mam Celal serokomar be. Niha Mam Celalekî din nîne em wî pesend bikin. Em bi rijd in ku serokomariyê bidin Kurdan. Herçend desthilatên serokomariyê ne zêde ne û sembolîk e, lê baş e ku Kurdek nûnertiya Iraqê bike di boneyên navdewletî de.Ew Kurd kî ye? Nizanim ka dê kî be lê ji bo me ya giring ew e, ku kî li ser wê kursiyê be divê Kurd be.Li Kurdistanê mijara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî mijareke germ e. Dibêjin YNKê daxwaz kiriye ew hilbijartin ji bo meha Kanûnê were paşxistin. Hûn di vê mijarê de gihiştine ti biryarekî?PDKê biryara vê yekê nade. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û herwiha Komîsyona Hilbijartinan biryarê didin. Hikûmet çibiryarê bide em wek partî piştgirî didin.YNKê daxwazeke wiha kiriye?Nizanim vê pirsê ji hikûmetê bikin. Ji me nekin, ji ber ku em biryarê nadin.Ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê jî hilbijartin dê were kirin?Em dixwazin ji bo Herêma Kurdistanê destûrek were nivîsîn û li ser şêweyê hilbijartina serokatiya herêmê jî di navbera me û hevpeyman û dostên me de nakokî çêbûye, ev mijar jî were zelalkirin. Em dixwazin kî dibe bila bibe serokê herêmê bila ji aliyê gel ve were hilbijartin. Hinek partî dibêjin nexêr bila ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin. Li welatên cîhanê bi herdu awayan jî serok tê hilbijartin. Lê em dixwazin destûr were bicîhkirin û her car ev yek nebe mijara guftûgoya navbera partiyan.Tu hertim gotinên bi xêr dikî. Niha peywendiyên PDK û Goranê di çi astê de ne?Em û Tevgera Goran Kurd in û xelkê Kurdistanê ne. Ez nabêjim me pişta xwe daye hev. Ew ji me qelstir bûn. Piştî hilbijartinan çîrokek siyasî jî gotin û diyar kirin, ku YNKê fêlbazî li me kiriye û dengên me biriye. Dema teqe li baregaha wan jî hate kirin vê carê gotin YNK bi tenê nebûye, PDK jî ligel wan bûye. Partiyên Silêmaniyê dibêjin, eger vê carê teqe li me kirin em nabêjin YNK ye em ê bêjin PDK bi tenê ye. Lê deriyê me vekiriye. Em li ser vî welatî dijîn, birayên hev in, şîrîkî vî welatî ne. Li hikûmetê ne be jî li parlamentoyê em bi hev re ne. Hêvîdar im em bigihine encamekî û ev sarbûn jî nemîne. Kes nikare ya din li vî welatî veder bike. Nikarin mafê hemwelatîbûnê ji hev bistîne. Em bi hevre tevlî hilbijartinan dibin, ma kî dibêje em ê di hikûmeta pêş de nebin şîrîkê hev. Siyaset wiha ye û di siyasetê de sifir an jî sed nîne. Di siyasetê de nabe derî girtî bin.Rûdaw 

Back to top button