CivakPolîtîk

Yên ku Kerkûk teslîmî dijmin kirin divê bên dadgehîkirin

 Parlamentera berê ya Gorranê li parlamentoya Kurdistanê, Nesrîn Cemal ji BasNewsê re got, nerazîbûnek mezin li hember rêkeftina Gorran û YNKê heye, êdî alîgir û endamên Gorranê jî ji vê yekê aciz ûne. Mixabin ew rêkeftina ku ji aliyê Mam Celal û Newşîrwan Mistefa ve hatibû îmzekirin, heta niha xaleka wê jî nehatiye bicîhanîn.Nesrîn Cemal her wiha got, xetayê vê yekê dikeve stûyê YNKê ji ber ku YNK bûye çend alî, ji her aliyekî jî dengek tê. Êşa vê yekê jî Gorran dikşîne. Jixwe ew rêkeftin ber bi hilweşanê ye û nabe Gorran êdî ji vê zêdetir li benda YNKê bimîne.Li ser xiyaneta 16 Cotmeha îsal li Kerkûkê jî wê kadroya Gorranê got, beriya wê bûyerê Kurdistan dewlet bû, xwedan artêş bû xwedan xak û neft bû. Lê ew bûyerên ku 16 Cotmehê qewimîn heybeta gelê me şikandin. Di nav şev û rojekê de %51 ji xaka Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve hat dagîrkirin.Nesrîn Cemal anî ziman ku Kerkûk bi rêya rêkeftinê hat dagîrkirin û got, yên ku ev rêkeftin bi dijmin re kirine divên bên dadgehîkirin û bên cezakirin.  
Back to top button