Polîtîk

YNK bersiva îdiayên Goran dide

YNKê di derbarê îdiayên Tevgera Goran de daxûyaniyek belav kir.Goran nameyek ji bo Neteweyên Yekbûyî(NY) rêkiriye di namê de dibêje ku YNK dê êrîşek serbazî bînê ser Tevgera Goran.Li ser vê nameya Goran , YNKê daxûyaniyek da û dibêje: Tevgera Goran nameyek ji bo nûnertiya NY û ji bo konsolusxaneyê herêma Kurdistanê rêkiriye. Di nameyê de îdia dikin ku dê YNK êrîşê wan bike.YNK vê îdiayê red dike û  em bi hemû awayî dixwazin asayîşa Kurdistanê û serweriya qanunê biparêzin. YNK tu carê ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî heza serbazî bi kar neaniye.Di derbarê hilbijartinên Kerkûkê de jî YNK dibêje: Encamên hilbijartinan li Kerkûkê weke carên berê bihêne qebûlkirin, û giliyên aliyan jî, bila komîsyona bilinda hilbijartinan li gorî qanûnê biryara xwe bide.

Back to top button