Polîtîk

YNKê dengên xwe %15 winda kiriye

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîbûroya YNKê Mele Bextiyar derbarê hilbijartinên pêş ên Herêma Kurdistanê de pêşbîniya xwe eşkere kir û got, ku ji ber bûyerên 16ê Cotmehê yên li Kerkûk û Xurmatoyê dê dengên YNKê j%15 kêm bibe.Mele Bextiyar di hevpeyvînekê de bersiv da pirsên Rûdawê yên derbarê giştpirsiya serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê, bûyerên 16ê Cotmehê, rewşa Kerkûkê, kongreya YNK, cihêbûna Berhem Salih ji partiya xwe, hilbijartinên Kurdistanê û qeyrana darayî de.Li ser pirsa; tê gotin, ku dê destpêka meha Nîsanê de jilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bêne encamdan. Gelo YNK amade ye? Mele Bextiyar got: “Ez nikarim bêjim em bi temamî amade ne. Lê em prensîbên hilbijartinê red nakin. Pirsgirêkên me hene, divê bernameya xwe amade bikin. Lîste amade bikin. Beriya hilbijartinan kongreya xwe saz bikin. Gelek partî dixwazin hilbijartin ji bo çend mehan werin paşxistin lê em li hember hilbijartinan nabine asteng.”Derbarê pêşbîniyên xwe yên rêjeya dengên YNKê jî Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîbûroya YNKê da xuyakirin: “Ez bawer nakim ku ti partiyek bikare mîna rêjeya berî dengan bidest bixe. Çimku nerazîbûna xelkê ya ji ber qeyrana darayî dê bandorê li rejeyên dengan jî bike.”Herwiha li ser pirsa derbarê bandora bûyerên 16ê Cotmehê ya li ser dengên YNKê, Mele Bextiyar got: “Bi taybetî li Kerkûkê bandoreke berçav çêbûye. Li dijî me êrîşeke mezin heye û bê guman bandoreke nerênî jî li ser dengan dike. Tenê ne ji ber bûyera 16ê Cotmehê, pirsgirêkên me yên din jî hene. Eger komî serhev bikin, %10 heta %15ê dengên me kêm dike.”Derbarê dema kongreya YNKê de Mele Bextiyar destnîşan kir, ku ji bo diyarkirina demê pêwîstî bi komdengiya endamên serkirdetiyê heye.Li ser mijara postê sekreteriya giştî ya YNKê jî Mele Bextiyar got: “Mam Celal pir bi cuwanî postê sekreteriya giştî berceste dikir. Gunehe careke din ti kes li ser wê postê hizran bike. Ez bi xwe jî ne li gel cîgiriya sekreterê giştî me, ne ku sekreter jî. Di bîra min de curekî heykelê rêveberiya YNKê heye û emê di nava xwe de li ser ve yekê biaxivin.”Necmî Salih

Back to top button