Polîtîk

YPG ji Minbicê derdikeve

YPG hêzên xwe ji Minbicê dikşîneYPG dide xûyakirin ku ew di çerçoveya stratejiya giştî hêzên xwe ji Minbicê didin aliyekî.Di daxuyaniyê de dibêjin ku,  bi beşdarbûna hêzên YPGê, bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî, Tirkiye jî di nav de, bi razîbûna hêzên herêmî, di 1ê Hezîrana 2016ê de dest bi pêngava rizgarkirina Minbicê kirine û di 15ê Tebaxê de bajar hatiye kontrolkirin.YPG dibêje: Li ser daxwaza Encûmena Leşkerî ya Minbicê komeke fermandarên me bi hêzên leşkerî yên Minbicê re wekî şêwirmendên leşkerî man. Ev koma me di aliyê perwedeyê de alîkariya Encûmena Leşkerî ya Minbicê dikirin. Ev yek bi awayekî hemahengî û bi şêwra Hevpeymaniya Navdewletî pêk hat. Xebatên koma me ya şêwirê hata saeta amadekariya vê daxuyaniyê dewam dikir. Niha û piştî zêdeyî 2 salan ji berdewama karê wan, Encûmena Leşkerî ya Minbicê gihişt asta ku karibe di aliyê perwedeyê de rêveberiya xwe bike, lewma Fermandariya Giştî ya YPG’ê biryara vekişandina şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê da.Lê di rastiya xwe de piştî Amerika û Tirkiye di derbarê Minbicê de li hev kirin , YPG mecbûr maye hêzên xwe dide aliyekî. Ji ber ku daxûyaniyên hate niha de, YPGê digot em ji Minbicê venakeşin.

Back to top button