Polîtîk

YPG tawana şer kiriye

Kovareke Amerîkî raportek belav kir, ku li bajarê Silêmaniyê “Qasim Suleymanî navbênkarî di navbera Esed û YPGê de kiriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye di bin desthikata Îran û Esed de.” Aşkere kiriye jî “Mîlîşyatên YPGê gelek tawanên dijemirovî di derheqê welatiyên Kurd û Ereb de kiriye û çendîn mal û xaniyên Ereban rûxandiye.”Heftenameya “The Nation” a Amerîkî ku kevntirîn û pirxwendetirîn kovara Amerîkayê ye û ji sala 1865an ve derdikeve, lêkolînek bi hûrî derbarê binpêkirinên PYDê di bin navê “Ma Kurdên Sûriyê tawanên şer encam dane” belav kiriye.Reporter, bi navê Roy Gutman e, di warê lêkolîn û pêdeçûnê de kar dike, dema amadekirina wê raportê şeş mehan xwariye.Roy Gutman yek ji rojnamevanên navdar e, xelata Pulitzer wergirtiye, ew jî mezintirîn xelat e di warê rojnamgeriyê de.
Di beşeke lêkolîna raportê de hatiye, Rojavayê Kurdistanê bi tevahî di bin desthilata Îran û rêjîma Esed de ye.Herwiha hatiye, binpêkirina mafên mirovan di jêr desthilatên mîlîşyatên ser bi YPGê ve, gelek bi zelalî tên dîtin.Amaje bi wê yekê jî kiriye, rewş bi astekê nayê hestkirin ku ti cure azadî û dîmokrasî di jêr wê desthilatê de hebe. Ji ber ku rewşa şer li navçê heye û nêzîkî 300 hezar kes ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê koçberî Başûrê Kurdistanê bûne û 200 hezar kes jî koçberî Tirkiyê bûne.Di beşeke din a raportê de amaje bi wê yekê kiriye, herçend e Amerîka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) cuda ji PKK dibîne, lê ew raport dibêje: Ti cudahî tune ye û yek çap in.Herwiha nivîsiye: Gelek kesên din jî ev yek piştrast kirine, ku ti cudahî tune ye û ew yek in.
Derbarê binpêkirinan de, amadekarê raportê nivîsiye: Wê hêzê, Erebên li navçeyê ji mal û halên xwe derkirine.Derbarê desthilata Îran û rêjîma Sûriyê jî li navçêyên Kurdî de amaje bi wê yekê kiriye, hebûna Pasdarên Îranê û hêzên ser bi Beşar Esed ve li navçê hene.Şêwirmendê Hevserokên PYDê Sîhanok Dîbo derbarê hebûna binpêkirinan li navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de ragihandiye, ew tuhmet in û hemûyan jî red dikin.Herwiha gotiye: “Me ew kar nekirine, ji ber em hevpeymanê Amerîka ne di şerê DAIŞê de, nikarin binpêkirinên wiha bikin.” derbarê rûxandina xaniyên Ereban û derkirina wan de jî, Dîbo gotiye. “Em di şerê li hember DAIŞê de ne û di şer de gelek tişt rû dide. Hin cihan jî ji ber rewşa şer nikarin biparêzin.”Raportê hewl daye, nêrînên Amerîkiyan di wî warî de werbigire, lê ti berpirsekî Amerîkî li ser wê pirsê neaxiviye, ji ber wê amaje bi raportên rêxistinên mirovî kiriye, ji wan jî “AMNESTY” ku di raporteke xwe de behsa binpêkirinan kiriye.Di dirêjehiya lêkolîna raportê de hatiye nivîsandin: Ew hêza Kurdên Rojava, ku rêvebiriya Obama bi “Leheng” binav kiriye, çi Kurd û Ereb zordarî û binpêkirin li ser destên wê hêzê dîtine.
Di beşeke din ya raportê de amaje bi rewşa Rojavayê Kurdistanê dike, ku piştî serhildana şoreşa Sûriyê ketiye destê PYDê, di wî warî de hevdîtina ligel Mihemed Nasir ku yek ji berpirsên pilebilind ya rêjîma Esed li Hesekê ye û berpirsê îstixbarata rêjîma Esed de kiriye û wî jî di bersiva xwe de gotiye, di meha Adara 201an de li Şamê PKK û hikûmeta Sûriyê lihev civiyan û di civînê de bi PKKê re hate gotin: “Me hûn damezrandine û ji sala 1983an ve piştevaniya we dikin, niha jî dem hatiye, ku hûn karekî bo me bikin.”Herwiha wî berpirsî rêjîma Esed gotiye: Di serdema hukmê Hafiz Esed de gelak caran me daxwaz ji PKKê kiribû ku êrîşî Tirkiyê bikin.”Herwiha gotiye: “Me gelek hevkariya wê hêzê kiriye, ta ku li wê navçeyê xwe bi rêkxistin bikin û xwe birêve bibin û bo wê mebestê jî, nîvê qazancê petrolê li wê navçeyê bo xwe bikar bînin û ji aliyê artêşa Sûriyê ve jî çek û pêdiviyên leşkerî ji wan re dabîn kirin.”Wê demê Salih Mislim ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve gilî û doz li ser hebûye, lê Qasim Suleymanî hewl da pêwendiyê di navbera wan de baş bike.Her di wê civînê de jî bû, ku biryar hat dayîn rêvebiriya navçeyên Kurdî li Sûriyê bixe dest PYDê, wek Qamişlo, Amûde, Serê Kaniyê,Kobanê û Efrînê û hin deverên din.Lê li hemberê jî li ser wê yekê jî rêkeftibûn, çend yekîneyên ser bi hêzên Esed li wan navçeyan bimînin.Derbarê hevkariya di navbera PYD û karkirina bo berjewendiyên rêjîma Esed de, raport amaje bi wê jî kiriye, Serokê Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê Meşel Temo, ku serkirdeyekî Kurd li dijî Esed bû, di 7ê Cotmeha 2011an de ji aliyê PYDê ve hate kuştin.
Li gor raporterê lêkolînê, ku piştî wê yekê zincîra kuştin û terorkirinê dest pê kir û neyarên Esed hatin armanckirin û kesekî wek Mehmûd Welî di meha Îlona 2012an de û Ehmed Bonceq di meha Îlona 2013an de hatin kuştin.Dadwerekî Kurd bi navê Îbrahîm Hesen ji raporta “The Nation” re axiviye û gotiye: Bê gûman PYD di jêr desthilata Esed de kar dike û neyarên Esed derdike û dikuşt û xelk jî bê serûşûn dike.Di beşeke din ya lêkolînê de amaje bi wê kiriye, Wezareta Derve û Bergîriyê ya Amerîka red kirine ku di warê siyaseta xwe li Rojavayê Kurdistanê de ti daxuyaniyekê bidin, tenê Nûnerê Obama di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brêtt McGurk tevî redkirina bersiva gelek pirsên rojnameyê bide, gotiye Amerîka di riya çend kanalan pêwendî ligel PYDê heye, ew jî bo şerê DAIŞê û mana Sûriyeya yekperçe.K24  
Back to top button