CîhanCivak

Zana kurdî sund nexwar şov kir

Doh parlementerên Parlementoya Tirkiye sund xwarin.Sunda ku di parlementoya Tirkiye de tê xwendin sundekî Kemalist û nijadperestiye.Ji ber ku parlementer sund dixwin ku bi hemû awayî girêdayê prensibên Ataturk bin.Wek din her tiştên din bê maneye.Parlementera HDPê Leyla Zana dema sund xwarinê de şov kir .Dema dora Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agirî Leyla Zana hat çû ser kursî û bikurdî got:  “Bi hêviya aşitiyek bi rûmet û mayînde.” Piştre bi Tirki dest sundê kir. Lê di sunxwarinê de dewsa gotina“ Miletê Tirk ê mezin“ Zana got:“ Miletê Tirkiye yê Mezin“ ji bo vê gotarê sunda Zana nehat qebul kirin. Ji bo ku di sunda heyî bi temamî wek xwe nexwend.Yani sunda Zana ne ji bo gotina kurdî nehatiye qebûl kirin.Piştî Leyla Zana parlementerê HDPê yê Batmanê Mehmet Ali Aslan ku ji eslê xwe Erebe, bi erebî gotinek got û piştre dest sunda xwe kir. Aslan erebî got: “ Ji bo birayetî û aşitiya navbera gelan de..“û sunda xwe xwar. Sunda Aslan hate qebûl kirin.Gelek caran ragihandina nûçeyek nerast dbe sedemêk ku Raya Giştî bûyere rûdayî bi nerastiyekî tê digihe.

Back to top button