PolîtîkVîdeo

Zanyarên Kurd: Dewleta Kurdistanê bo Rojhilata Navîn dibe nefes

Biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji gelek aliyan ve rastî eleqeyeke baş tê û qadên cûrbecûr ên jiyanê piştgiriya xwe ji bo referandûmê nîşan didin. Qadek jî qada zanistê tek u zanyarên kurd amaje dikin ku şert û mercên cîhanê dewletek serbixwe bo kurdan pêwîst dike.Biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji roja ku hatî ragihandin ve bi awayeke berdewam daxuyaniyên piştgiriyê bi xwe re tîne. Gelek aliyên Kurdan piştgiriya vê pêvajoyê dikin ku piştgiriyek jî ji zanyarên Kurd hat. Di vê mijarê de Akademîsyenê Zaningeha Sofîa ya Bulgarîstanê Civaknas Yaşar Abdûlselamoglû amaje dike ku cîhan niha bi netewan dabeş bûye û netew jî bi dewletan hene. Abdûlselamoglû ji K24ê re got: “Di cîhana nûjen de dewlet li ser neteweyan avabûne. Neteweyên ku ne xwedî dewlet bin, ew netew kêmnetew in. Neteweya ku ne xwedî dewlet be dimîne di bin xetereya tinebûnê de.”Zanyarên kurd tînin ziman ku tevlîhevî, kaos, bêîstiqrarî û şer û pevçûnên di rojhilatanavîn de ji bo neteweyeke bêdewlet bi xwe re xetereyên wek qeslbûna nasnameya neteweyî tîne.Serokê Jûra Bijişkan ê Sêrtê bijişk Ekrem bîlek jî dibêje ku û pêwîste hemu kurd berjewendiyên xwe yên siyasî li aliyekî bihêlin û piştgiriya referandûmê bikin. Bîlek dibêje: “Rojhilata Navîn de kaos û pevçûn hene û di nava agir de ye. Hikumeta Bexdayê jî di nava bêîstîqrariyê de ye. Kurdistan jî ji aliyê aboriyê ve têra xwe dike. Ev hemu dibin sedemên avakirina dewleteke serbixwe.”Di cîhanê de hijmara dewletên ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve tên nasîn 192 ye û zanyarên ji bo ku kurd jî di Neteweyên Yekgirtî de cihê xwe bigirin bang dikin ku hemu kurd piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bikin û di 25’ê Îlonê de herin ser sendoqan û çarenûsa xwe diyar bikin.https://www.youtube.com/watch?v=LPpAGGxV-YM 

Back to top button