Hevpeyvîn

Zêbarî: Bi tu awayê referenûm nayê paşxistin

Hişiyar Zêbarî endamê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku ew di hemna demê de endamê Encumena Balaya referndûmê ye, di hevpeyvîneke xwe de tekîd dike ku referendum serxwebûna Kurdistanê dê dema wê ya diyarkirî de bê encam dan û bi tu awayê nayê paşxistin.Zêbarî di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê re dibêje ku, di civîna dawiyê ya Encumena Balya referndûmê de biray hatiye dan ku şandeyeke hevbeş ji hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê serdana 5 welatên endamên daîm yên Konseya Ewlekariya Navdewletî, Neteweyên Yekgirtî, welatên erebî, Tirkiye, Îran û Bexdayê bike û helwesta herêma Kurdistanê ji wan re zelal bike.Li gor Zêbarî ji bilî Komara Îslamiya Îranê tu welatên din bi awayekî direct dijatiya xwe li hember encamdana referndûmê nîşan dabe, referendum prensîpek demokrastîk e û bingehê dewletên demokratîk e û li gor rêkeftinên navdewletî jî mafê çarenivîs jib o hemû gelên cîhanê mafekî xwezayî ye.Zêbarî dibêje ku reaksyon li ser dem, awa û mekanîzma referndûmê hene, lê serokatiya herêma Kurdistanê li ser encamdana referendûê di dema wê ya diyarkirî de bi îsrar e. Divê em bizanibin tu welat pêşwext piştgiriya me nakin, divê em nîşa cîhanê bidin pirsa referendumê pirsek cidî ye. Hemû cîhan li benda encamên referendûmnê dikin ku bizanibin ka çi ast kurd hevgirtîn e? encamên referndûmê tebîrê ji îradeya xelkê Kurdistanê dike û hemû pêkhateyên Kurdistanê tê de beşdar in? heta çi ast fireolî û neteweyî di wê pirsê de heye?

Back to top button