Nûçeyên Kurdistanî

Zimanê Kurdî li kongreya Amnestyê

Zimanê Kurdî li kongreya Amnestyê

ZIMANÊ KURDÎ

LI KONGREYA AMNESTYÊ

 

Devera dilxweşiyê ye ku Zimanê Kurdî li Kongreya Amnestyê hate bikaranîn.

Kongre roja 03/ 02/ 2017 li Stockholma paytexta Swêdê dest pê kir.

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Zeynelabidin Zinar ji bo axaftinê hate vexwendin.

Saet 11.15 axaftina Zinarî bi Zimanê Kurdî dest pê bû û saet 12.15 bi dawî bû. Tercûmeya bi swêdî jî, ji aliyê Gabar Çiyan ve dihate kirin.

Zinar û Çiyan

Piştî spasiyên Zinarî ji bo Amnestyê, naveroka axaftinê bi granî li ser van babetên li jêrê bû:

  • Sal 1981, demeke ku Zeynelabidin Zinar bi zimanê Kurdî peyivîye, qeymeqamê Batmanê  gotiye wî ”Eşşekçe konuşma” ango bi zimanê keran nepeyive.
  • Îşkenceya ku dema Cuntaya Leşkerî (1980) li Zeynelabidin Zinarî hatiye kirin.
  • 1983 dema ku Mele Brahîmê Dêrikî li ba Zinarî kuştine û gotine wî ku ”dora kuştinê ya te ye” di wê demê de jî, grûba Amnestyê hatiye Tirkiyê û ew ji kuştinê filitiye.
  • Li piraniya Cîhana Îslamî ku ji 57 welatan pêktê, desthelatiyên paşverû û dîktator hêjî têne domandin.
  • Ola ÎSLAMê ku bi wateya xwe paqijî û daweşandina ji xirabiyan e, lê xirabî li wan welatan pir têne kirin. Herweha piraniya penaberên ku li Ewrûpayê bi cih bûne jî, ji welatên misilman reviyane û hatine Ewrûpayê.

 

Zeynelabidin Zinarî behsa naveroka çend Ayetên Qurana pîroz jî kir ku Xwedayê mezin ne tenê rebê bisilmanan e lê rebê her kes û her tiştî ye û hemû kaînat di binê rebîtiya wî de ye. Xwedê ji bo her kesî aramî dixwaze, lê mirov aramiyê têkdidin. Xwedê di Quranê de 145 car peyvika “qenc”iyê bi kar aniye û 380 car jî behsa zulmê û zaliman kiriye. Herweha Zinar axaftina xwe bi Hedîseke cenabê Pêxember bi dawî anî û weha gotiye: “Qencê mirovan ew e ku feydê dide mirovan.” Pêxemberî behsa nijad û dînên heyî nekiriye.

Piştre beşdarên Kongreyê, bi çepikan pêşwazî li Zinarî kirine.

 

Rojeva Kurd

Stockholm 03/ 02/ 2018

 

Nerîna min :