CivakPolîtîk

Zordariya PYDê berdewam e

Li Hasekî ENKSê xwepêşandanek li darxist. Ji berî niha ji li Dêrêkê, Çilaxa ENKSê ji bo leşkeriya mecbûrî û herweha ji bo awayê xwendinê û ji bo zordariya PYDê xwepêşandan kirîbûn. Her carê asayîşa PYDê asteng dertêxistin, êrîşê xwepêandaran dikiran û hinek kes jî binçav dikiran.Li Hasekê jî asayîşa PYDê êrîşê xwepêşandanan kir û hinek kes birîndar bûn.Cigirê serokê ENKSê Fesla Yusuf jî yek ji wan kesan bû ku xwepêşandanê de amade bû. Piştî ku PYDê êrîşê xwepêşandana kir, Fesla Yusif bi rêya telefonê ji kanala Rûdawê re behsa bûyerê û êrîşa asayişa PYDê kir.Li gora nûçeyan Asayişa PYDê hinek kes binçav kirine û Fesla Yusif jî di nava wan de ye.Siyasetmedarên li herêmê dibêjin ku, PYD eynî tektîkên Besiyan bi kartînin. Awayê girtina wan , tedariya wan li dijê kesên ne li gel wan re wekê muamela hêzên ewlehiya Bişar Esed bi xwe ye. Heta hinek jî dibêjin xwezî rejima Esed ne ya PYDê.

Back to top button